Di êrişa Ûkraynayê ya li ser Moskowayê de 3 kes mirin
NAVENDA NÛÇEYAN - Ûkraynayê bi amûrên hewayê yên bêmirov êrişî Moskowayê kir. Di êrişê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Ûkraynayê, paytexta Rûsyayê Moskowayê bi amûrên hewayê yên bêmirov hedef girtin. Waliyê Moskowayê Andrei Vorobyov, ragihand ku li bajaroka Pionerskyê ya li herêma Îstrayê ji ber ketina amûreke hewayê ya bêmirov 3 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne. Her wiha Vorobyov ragihand ku li derevere din a herêmê jî du kes birîndar bûne.