Ji UNICEF’ê rapora Afxanistanê
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF'ê di rapora xwe ya li ser Afxanistanê de diyar kir ku niha li welêt milyonek zarokên keç ji perwerdeyê bêpar in û heke qedexe berdewam bike ev hejmar dê heta sala 2030'yî bigihîje 2 milyonî.
Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe de bal kişand ser rewşa jinan û zarokên keç ên li Afxanistanê. Di raporê de hat destnîşankirin ku heke sînordarkirinên li ser perwerde û karê jinan berdewam bikin, ev yek dê heta sala 2030'yî bibe sedema jikarderxistina 20 hezar mamoste û 5 hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê yên jin. Di raporê de hat destnîşankirin ku niha milyonek zarokên keç ji perwerdeyê bêpar in û heke qedexe berdewam bike ev hejmar dê heta sala 2030'yî bigihîje 2 milyonî û rewşê wekî "krîza duqat" bi nav kir. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku kêmbûna hejmara mamosteyên jin dê rê li ber mafê perwerdehiyê yê gelek zarokên keç bigire.
DÊ BANDORÊ LI ZAROKÊN KEÇ BIKE
Di raporê de wiha hat gotin: "Pergala perwerdehiyê ji berê ve ji ber kêmbûna girîng a hejmara mamosteyên jin bandor dibe. Li deverên kevneşopî, gelek malbat tenê qebûl dikin ku keçên xwe bişînin dibistanên ku mamosteyên jin lê hene. Ji ber vê yekê, kêmbûna hejmara mamosteyên jin dê bibe sedema kêmbûneke hîn mezintir di rêjeyên qeydkirina dibistanên keçan de û daketinek di rêjeyên xwendin û nivîsandinê de." Di raporê de hat destnîşankirin ku qedexe ji berê ve zarokan ji perwerde û xizmetên tenduristiyê bêpar dikin, bandoreke neyînî li ser aboriyê û xizmetên bingehîn dikin. Di rpaorê de hat diyarkirin ku kêmbûna hejmara xebatkarên tenduristiyê yên jin dikare gihîştina jinan a tenduristiyê, bi taybetî di warên tenduristiya dayik û zarokan de, bi giranî asteng bike. Li gorî raporê, qedexeyên li ser perwerde û karê jinan salane bi qasî 84 mîlyon dolar lêçûn li aboriya neteweyî bar dikin. Rapor pêşbînî dike ku heta sala 2030'yî herî kêm 5 hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê yên jin dê ji pergalê derkevin û ev hejmar dibe ku heta sala 2035'an bigihîje 9 hezar û 600'î.
BANG TALABÊ KIR
Di dawiya raporê de, UNICEF'ê bang li rayedarên Talîbanê kir ku tavilê qedexeyên li ser perwerdehiya zarokên keç û sînordarkirinên li ser karê jinan rake. Rêxistinê her wiha bang li civaka navneteweyî jî kir ku piştgiriya mafê jinên Afxanî yê perwerde û xebatê bidomînin û hişyarî da ku dûrxistina jinan ne tenê nîvê civakê, di heman demê de pêşeroj, pêşveçûn û aramiya welêt jî dixe xetereyê.