Kuştina Wezîrê Parastinê yê Maliyê hate piştrastkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Hikûmeta Demkî ya Maliyê Tuggeneral Issa Ousmane Coulibaly da zanîn ku Wezîrê Parastinê General Sadio Camara di êrişê de hatiye kuştin. 

 
Komên çekdar ên Maliyê, di serî de paytext Bamako, bajarê li nêzî paytextê Katî, bajarê li bakurê welat Gao, bajarê li herêmên navîn Sevare û gelek deverên din êrişên çekdarî kir. Hatibû îdiakirin ku Wezîrê Parastinê yê Maliyê General Sadio Camara hatibû kuştin. Berdevkê Hikûmeta Demkî ya Maliyê Tuggeneral Issa Ousmane Coulibaly bi daxuyaniyekê piştrast kir ku wezîrê parastinê di êrişê de hatiye kuştin.