Lêçûnên şer di sala 2025’an de jî zêde bûn

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - SIPRI’yê da zanîn ku di 11 salên dawî de li seranserî cîhanê lêçûnên şer zêde bûne û got di nava salekê de ji bo şer 2,9 trîlyon dolar hatine xerckirin. 

 
Li seranserê cîhanê lêçûnên leşkerî yên di sala 2025’an de gelekî zêde bûne û gihîştiye 2,9 trîlyon dolarî. Li gorî rapora ku ji aliyê Enstituya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), ev yek di lêçûnên leşkerî yên gerdûnî de bûye sala 11’emîn ku ser hev zêde dibe.
 
Li gorî raporê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Çîn û Rûsyayê ji bo lêçûnên leşkerî bi tevahî 1,48 trîlyon dolar xerc kirine ku ev yek ji nîviya lêçûna gerdûnî zêdetir e. Li gel bandora şer û pevçûnên zêde, lêçûn di nava salekê de ji sedî, 2,9 zêde bûne. Ev zêdebûn, tevî kêmbûna di lêçûnên leşkerî yên DYA’yê de jî pêk hatiye.
 
DYA’yê di sala 2025’an de 954 milyar dolar xerc kiriye û li gorî sala beriya wê kêmbûneke ji sedî 7,5 pêk hatiye. Sedema sereke ya vê kêmbûnê, berovajî sê salên din neerêkirina pakêtên alîkariya leşkerî yên ji bo Ûkraynayê hate nîşandan. Lê belê tê payîn ku ev daketin demkî be. Kongreya DYA’yê ji bo sala 2026’an zêdetirî trîlyonek dolar budceya parastinê erê kir û tê diyarkirin ku ger pêşniyara budceyê ya Donald Trump were qebûlkirin ev reqem wê di sala 2027’an de bibe trîlyonek û 500 milyar dolar.
 
SEDEMA SEREKE YA ZÊDEBÛNA GERDÛNÎ EWROPA YE
 
Ewropa bû motora sereke ya zêdebûna gerdûnî. Lêçûnên li herêma ku Rûsya û Ûkraynayê jî digire nava ji sedî 14 zêdebûne û gihîştiye 864 milyar dolarî. Lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê ji sedî 5,9 zêde bûye û gihîştiye 190 milyar dolarî. Ev yek bi qasî ji sedî 7,5’ê dahatûya nesade ya navxweyî ye. Ûkraynayê jî lêçûnên xwe ji sedî 20 zêde kirine û derxist 84,1 milyar dolarî; ev yek jî bi qasî ji sedî 40’ê aboriya welêt e.
 
ASYA-PASÎFÎK
 
Lêçûnên leşkerî yên li herêma Asya-Pasîfîkê jî gihîştiye 681 milyar dolarî. Li gorî sala 2024’an ev yek ji sedî 8,5 zêdebûye û weke zêdebûna herî bilez a ji sala 2009’an û pê ve hate tomarkirin. Çîn a ku weke aktorê sereke yê li herêmê derdikeve pêş, ev 30 salên dawiyê ne her sal lêçûnên xwe yên leşkerî zêde dike û bûye nêzîkî 336 milyar dolarî.
 
ROJHILATA NAVÎN 
 
Lêçûnên leşkerî yên li Rojhilata Navîn di sala 2025’an de gihîştiye nêzîkî 218 milyar dolarî. Ev yek li gorî sala beriya wê tê wateya zêdebûneke bi qasî ji sedî 0,1’an. Di nava welatan de ji bilî Îsraîlê piraniya welatên din budceyên xwe zêde kirine.
 
ÎSRAÎL 
 
Lêçûnên leşkerî yên Îsraîlê ji sedî 4,9 daketiye û bûye 48,3 milyar dolar. Sedema vê daketinê weke agirbesta li gel Hamasê ya di Çileya 2025’an de û kêmbûna şer û pevçûnên li Xezeyê tê nîşandan. Tevî vê yekê jî lêçûnên leşkerî yên Îsraîlê hê jî ji sedî 97’an li ser asta sala 2022’yan e.
 
LÊÇÛNÊN TIRKIYEYÊ JI SEDÎ 7,2 ZÊDE BÛNE
 
Lêçûnên leşkerî yên Tirkiyeyê jî di sala 2025’an de ji sedî 7,2 zêde bûye û gihîştiye 30 milyar dolarî. Tê diyarkirin ku bandora operasyonên leşkerî yên li Somalî û Sûriyeyê berdewam dikin, li ser vê zêdebûnê heye.
 
ÎRAN
 
Lêçûnên leşkerî yên Îranê jî du salan ser hev kêm bûne. Di sala 2025’an de ji sedî 5,6 daketiye û heya 7,4 milyar dolarî kêm bûye. Sedema vê kêmbûnê weke enflasyona bilind a salane ya dibe ji sedî 42 hate nîşansan. Hate îfadekirin ku li hemberî vê yekê di lêçûnên nomînal de zêdebûn çêbûye.