NAVENDA NÛÇEYAN - Kariane Westrheim dîyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) bi dayîna demeke nû ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan dê zirarê bide serdestiya wan û got: “Azadiya Ocalan û beşdarbûna wî ya di pêvajoyê de, ne tenê ji bo edaletê, di heman demê de ji bo aştî, demokrasî û îstîqrara mayinde jî pêwîst e.”
Ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, naskirina “mafê hêviyê” û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wekî sermuzakerevan tê qebûlkirin, wekî daxwaza bingehîn di rojevê de ye. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina “mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan de hêj nehatîye sepandin. Herî dawî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di Îlona 2025’an de civîya, heta meha Hezîranê dem da Tirkiyeyê ku biryarê bîne cih.
Seroka Komîsyona Sivîl a YE ya Tirkiyeyê (EUTCC) û endama Zanîngeha Bergen a Norwêcê Prof. Dr. Kariane Westrheim, ku di gelek kampanya û bangan de cih girtîye, têkildarî “mafê hêviyê” ji ajansa me re axivî.
'GAV NEYÊN AVÊTIN DÊ DI ASTA SEMBOLÎK DE BIMÎNE'
Kariane Westrheim banga dîrokî ya 27’ê Sibatê wekî gavek bi fikar pênase kir û destnîşan kir ku nîqaşên li ser verastkirinên qanûnî sînordar in û ji ber ku nexşerêyeke şefaf û mekanîzmayên muzakereyê yên fermî tune ne, pêvajo pir hesas e û ev tişt got: “Vê bangê, bi taybetî bi ser reformên demokratîk, temînatên hiqûqî û derbasbûna ji polîtîkayên ewlehîyê ber bi çareseriyên siyasî, bendewariyên kêmkirina rageşiyê û dîyaloga siyasî li Tirkiyeyê ji nûve geş kir. Heke gavên şênber ên wekî xurtkirina temînatên qanûnî û beşdarbûna siyasî ya berfireh neyên avêtin, ev hewildan dê di asta sembolîk de bimînin."
RAPORA MECLISÊ
Kariane Westrheim anî ziman ku rapora Komîsyona Meclisê pir sînordar e û wiha pê de çû: “Encamên sereke yên raporê hêsankirina dîyaloga di navbera partiyan de, şahidiya civaka sivîl û ya pisporan pêşkêşkirina pêşniyarên giştî bûn. Herwiha di raporê de gotina giştî ya li ser Tirkiyeyeke bê teror û PKK domand. Di vî warî de, li şûna avakirina zimanekî lihevkirinê de, zimanekî hilweşîner xurt kir. Komîsyonê tu biryaran jî nexşerêyeke zelal a reforman neafirand û xebatên wê di asta şêwirê de man. Rayedarên Tirkiyeyê pêvajoyê bi awayekî kontrolkirî bi kar tînin û birêve dibin. Ev nîşan dide ku dewlet, li şûna verastkirinek hiqûqî û şefaf de, vê têkiliyê wekî amûreke taktîkî ji bo pêvajoyên siyasî bi kar tîne.”
'AZADIYA OCALAN JI BO DEMOKRASÎ Û ÎSTÎQRARÊ PÊWÎST E'
Kariane Westrheim nameya Partiya Çep a di Parlamentoya Ewropayê de ku ji Konseya Ewropayê (KE) re şandibû bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Azadiya Ocalan û beşdarbûna wî ya di pêvajoyê de, ne tenê ji bo edaletê, ji bo aştî, demokrasî û îstîqrarê jî pêwîst e. Divê mafê hevdîtina bi parêzeran, malbatê û şandeyên navneteweyî bi temamî ji Ocalan re were qebûlkirin. Hêj ev pêknehatîye û nîşanek tune ye ku rayedar dê 'Mafê Hêviyê' bi cih bînin. Ev yek rasterast bandorê li pêvajoya aştiyê ya ku jixwe hesas e, dike. Dayîna demê dikare wekî teşwîqekê were dîtin, lê ku gelek caran bêencam derbas be, ev dibe nîşaneya toleransa li hemberî nesepandina biryaran. Heke di Hezîranê de gav neyên avêtin û Konseya Ewropayê dîsa demê bide, Kurd û hemû mirovên ku baweriya wan bi serweriya hiqûqê heye, dê bawerîya xwe ya bi Konseyê winda bikin.”
BERSIVA NAMEYAN Û HELWESTA NAVNETEWEYÎ
Kariana Westrheim dîyar kir ku ji bo azadiya Ocalan name ji gelek sazî û şexsiyetên navneteweyî re şandine, lê bersivên hatine pir sînordar in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo banga 88 xelatgirên Nobelê, tenê du bersiv hatin. Yek ji CPT’yê bû, gotin ku ew dozê dişopînin lê tu sozên şênber ji bo 'Mafê Hêviyê' nedan. Bersiva din ji ji Sekreteriya Beşa Aştî û ya Mafê Mirovan a Swîsreyê hat, wan jî behsa rêzgirtina mafên mirovan kir lê di der barê sepandina biryarên DMME’yê de tu gavên şênber destnîşan nekirin.”
Kariane Westrheim destnîşan kir ku nêzîkatiya civaka navneteweyî ya li ser "mafê hêviyê" û tecrîda li Tirkiyeyê, bi zextê, çavdêriya hiqûqî û siyasî şêwe girtiye, sazî di mijara binpêkirina mafên mirovan a cezayê muebedê û tecrîdê de zelal in, lêbelê di pratîkê de pêvajo hêdî dimeşe û tenê di asta dîyalogê de dimîne. Kariane Westrheim got ku ev helwesta pasîf a li hemberî Tirkiyeyê, di nav hemû aktorên siyasî yên ku bi rayedarên Tirkiyeyê re muxatab in de tê dîtin, her wiha anî ziman ku nêzîkatiya Ewropayê jî hevsengiya di navbera parastina prensîbên mafên mirovan û fikarên jeopolîtîk de nîşan dide.
‘EM PÊVAJOYEKÎ HESAS DIBÎNIN’
Kariane Westrheim wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em pêvajoyeke hesas dibînin ku ji ber îhtiyata siyasî ya her alîyî, dibe ku tu geşedanên girîng çênebin. Têkiliyên sînordar û dîyaloga peryodîk dibe ku rê li ber rawestineke temam girtibe, lê nebûna planeke şefaf, gavên avakirina baweriyê û ya herî girîng jî nebûna aliyekî sêyemîn, pêşveçûna di pêvajoyê de sînordar kiriye. Bêyî ku bi rêya reformên hiqûqî û siyasî, têkiliyên birêkûpêk û çarçoveyeke muzakereyê ya zelal pêvajo bibe xwedî sazûmanî, ev hewildan di xetereya sembolîkbûnê de ne. Ev yek jî normalîzasyona aştiyane û demokratîk nezelal dike û li şûna guherîneke mayinde, wê girêdayî hesabên siyasî yên guherbar dike.”
MA / Hîvda Çelebî