Di xwarina Trump jî tev li bûbû hewldana êrişa çekdarî

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di xwarina Serokê DYA’yê Donald Trump jî tev li bûbûyê de hewldana êriş çekdarî hat kirin. 

 
Komeleya Nûçegihanên Qesr Spî, li paytexta DYA’yê Washingtonê xwarin da. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump jî tev li xwarinê bû. Xwarin, li Hotêla Hîltonê hat dayin û di dema xwarinê de dengê çekan hate bihîstin. Bi bûyerê re Trump,  Melania Trump, Cîgirê Serok JD Vance û endamên qebîneyê ji hêla Servîsa Nepen a DYA’yê ve ji eywanê hatin dûrxistin. 
 
Rayedaran,diyar kir ku êrişkar hêj negihiştî eywana mêvan lê bûn hatiye bêbandorkirin û binçavkirin. Hat ragihandin ku gumanbar bi tifing, demance û gelek kêran hatiye girtin. Hat gotin ku di bûyerê de xebatkarekî ewlehiyê birîndar bûye.