Li Kolombiyayê êriş: 14 kes mirin, 38 kes birîndar bûn

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa bombeyî ya li ser rêya bajarokê Cajibio yê Kolombiyayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn. 

 
Li ser rêya Pan-Amerîkan a navçeya Cajibijo Kolombiyayê dema wesayît derbas dibû, teqemeniyeke berê hatibû bicihkirin hate teqandin Di teqînê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn. Heta niha jî tu koman êriş li xwe negirtine. Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal lîderê Estado Mayor Centralê (EMC) ku rêxistina sîwan a FARC’ê ye Ivan Mordisco sûcdar kir.