Bandora hilbijartinên Ingilistanê yên li ser Kurdan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn ku hilbijartinên Ingilistanê yên ku dê van rojan de bên lidarxistin, bandoreke mezin li ser Ewropa, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bikin. Rêvebirê Centre for Kurdish Affairs Bektaş Yavuz destnîşan kir ku hejmareke zêde ya hilbijêrên Kurd serlêdan kirine, lê divê ew di xebatên xwe de bêtir koordîne bin.

 
Li Qraltiya Yekbûyî (Ingilistan), ji bo hilbijartinên 7'ê Gulanê ku 42 milyon hilbijêr dê deng bikar bînin, çend roj mane. Di çarçoveya hilbijartinan de li Ingilistan, Îskoçya û Walesê hilbijartinên parlamento û şaredariyan dê bên lidarxistin. Di roja hilbijartinê de ku wekî "Pêncşema Super" tê binavkirin, li Skoçyayê ji bo 129 wekîlên Parlamentoya Skoçyayê (Holyrood) hilbijartina giştî dê bê lidarxistin. Parlamentoya Walesê (Senedd) jî ku hejmara endamên xwe ji 60'î derxist 96'an, dê cara yekem bi sîstemeke nû endamên xwe hilbijêre. Li Ingilistanê tevî hemû 32 navçeyên Londonê û meclisên navçeyan ên wekî Norfolk û Suffolk, di 136 şaredariyan de hilbijartinên rêveberiyên xwecîhî dê bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de nêzî 5 hezar endamên meclisê û 6 şaredar dê bên diyarkirin.
 
Der barê hilbijartinên ku di bin siya şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn de têne kirin, rêveberê Centre for Kurdish Affairs (Navenda Karûbarên Kurdî) Bektaş Yavuz diyar kir ku Ingilistan, wekî yek ji aktorên sereke yên pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn, dê di van hilbijartinan de di azmûneke mezin re derbas bibe.
 
Yavuz anî ziman ku Ingilistan, an jî bi navê xwe yê berê Împaratoriya Ingilistanê, beriya DYA'yê serdestê cîhanê bû û diyar kir ku polîtîkayên Ingilistanê yên dawî yên li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser Kurdan, cihê rexneyê ne û ev tişt got: "Ingilistan ji ber serdestiya xwe ya berê, di avakirina mîmariya siyasî û aborî ya gelek deverên cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn de roleke diyarker lîst. Lê rola wê ya li ser Kurdistanê xirab bû. Ingilistanê hewl da ku Kurdan wekî kirde qebûl neke û ji bo parastina berjewendiyên xwe, girîngiyeke taybet da xebata bi dewletên serdest re."
 
Yavuz destnîşan kir ku Ingilistan hîn jî bi nêrîneke ewlehiyê nêzî Kurdan dibe û got ku Ingilistan bi rêya medyayên fermî siyaseta Kurd krîmînalîze dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Mînak, di sala 2018'an de yek ji serokwezîrên Ingilistanê Theresa May îfadeya 'terorîzma Kurd' bikar anî û ev yek bû cihê nîqaşên mezin. Wê demê hêza polîsan bi wê ve girêdayî bû û ev îfade, wekî pênaseyek nexweş di bîra mirovan de ma ku nîşan dide saziyên dewletê çawa li Kurdan dinêrin. Lêbelê, di warê dîplomasiya giştî de bêtir xuya bûna vegotina Kurd, hêdî hêdî be jî bandor li nêzîkatiya dewletê kiriye."
 
INGILISTAN MECBÛR MA KU GAVAN BIAVÊJE
 
Yavuz anî ziman ku bi taybetî bi êrişên li ser Rojava re, zêdetirî 50 hezar Kurdên ku li wî welatî dijîn êriş protesto kirin û got ku Wezareta Karên Derve ya welêt Kurdên xwedî hemwelatiya Ingilistanê vexwendine û xwestine civînê pêk bînin. Yavuz diyar kir ku wî bixwe jî di wê civînê de cih girtiye û wiha pê de çû: "Di vê civînê de me xebata xwe ya ku dibêje tenê çareserî Sûriyeyeke nenavendî ye, pêşkêşî wan kir. Her çend ev gavên diyalogê kêm bin jî, em wan girîng dibînin. Divê Ingilistan ezmûna xwe ya di çareserkirina nakokiyan de ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikar bîne. Siyaseta Ingilistanê îro ji qadeke girtî ya du partiyan derketiye û veguheriye qadeke reqabetê ya pênc aktorî û belavbûyî. Li gorî dîtina min, şikestina bingehîn ev e ku partiyên heyî yên li Ingilistanê êdî wekî berê nûnertiya civakê nakin. Sîstem li hevsengiyeke nû digere lê ev hevsengî hîn pêknahatiye.
 
'KURD XWEDÎ GIRANAYEKE CIDÎ NE'
 
Yavuz destnîşan kir ku nifûsa Kurdan a li Ingilistanê dora nîv mîlyonî ye û ev nifûs di warê civakî, aborî û siyasî de gihîştiye giranayeke wisa ku êdî nayê paşguhkirin. Yavuz anî ziman ku Kurd di asta siyaseta xwecîhî de di pozîsyoneke diyarker de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lêbelê di veguherandina vê giranî û xuyabûnê de bo hêzeke siyasî ya mayinde, hîn kêmasiyên cidî hene. Hêzeke civakî, bandoreke hilbijêran û diyarkeriyek heye, lê zehmet e em bibêjin ev yek veguheriye nûnertiyeke siyasî ya rêxistinkirî, plankirî û stratejîk. Beşeke girîng a aboriya Îngîltereyê karsazan pêk tê û di nav van karsaziyan de Kurd li gorî nifûsa xwe xwedî giranayeke cidî ne. Divê Kurd vê hêza xwe ya civakî ber bi asteke bilindtir a nûnertiyê ve bibin."
 
'ZÊDEBÛNA BERBIJÊRÊN KURD'
 
Yavuz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berbijêrên Kurd û got: "Em bi kêfxweşî pêşwazî dikin ku hejmareke zêde ya berbijêrên Kurd di hilbijartinan de cih digirin. Lêbelê hege pêvajoyeke bi koordîne û amadekar hatiba birêvebirin, encamên pir xurttir dikaribûn bên girtin. Ev yek dikaribû hem civaka me ya li Ingilistanê hem jî gelê me yê Kurd li hemberî pirsgirêkan xurttir bike. Ji ber vê yekê divê bi taybetî ciwan, jin, pispor û kadroyên nû yên ku dixwazin bikevin siyaseta xwecîhî, bêtir bên piştgirîkirin. Wekî Centre for Kurdish Affairs, em amade ne ku di çarçoveya nirxên xwe yên aştiya demokratîk, mafên mirovan, ewlehiya civakî û beşdariya jinan de, piştgiriyê bidin û siyasetê pêş bixin."
 
MA / Ceylan Şahînlî