Şandeya DYA'yê ya ji bo hevdîtina bi Îranê re diyar bû

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Dê ji bo muzakereya di navbera DYA û Îranê de, li ser navê DYA'yê dê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navînê Steve Witkoff û şêwirmendê Trump, Jared Kushner beşdarî hevdîtinê bibin.

 
Şandeya DYA'yê ji bo tûra duyemîn a muzakereya di navbera DYA û Îranê de ku tê payîn li Îslamabada Pakistanê pêk were, diyar bû. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navînê Steve Wıtkoff û şêwirmendê Serokê DYA'yê Donald Trump, Jared Kushner, dê beşdarî hevdîtinê bibe.