Rayedarê îranî: 4 şertên DYA’yê hene

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarekî Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê têkildarî hevdîtinên bi DYA’yê re axivî û got ku DYA’yê 4 şert daniye pêşiya wan û gotiye ku heke ev şert neyên bicihanîn dê êrişê bikin. 

 
Wekîlê Cîgirê Fermandar Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê yê ji Karûbarên Siyasî Berpirsyar Azîz Gazenferî, ji kovara “Sobh-e Sadik” a girêdayî Muhafizên Şoreşê re axivî û têkildarî hevdîtinên Îran û DYA’yê yên li Ummanê nirxandin kir. Gazenferî, got ku DYA’yê di hevdîtinên li Ummanê de 4 şert daniye pêşiya wan û heke Îran qebûl neke dê êriş bikin. 
 
Gazenferî, bi bîr xist ku DYA dixwaze bernameya fuzeyên balîstîk, piştgiriya ji bo komên wekîl ên li herêmê û uranyum a hatiye dewlemendkirin û meseleya uranyumê dike mijara muzakereyê. Gazenferî, got ku mijarên parastina Îranê nabin mijara muzakereyê û tevî muzakereyan jî tevdîrên xwe yên leşkerî digirin. 
 
Gazenferî, bi bîr xist ku hevdîtinên tenê têkildarî mijarên nukleerê de ne.    
 
Nûçeyên Têkildar
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî

HRW’ê ragihand ku Îsraîlê di êrişên 3’yê Adarê yên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye û xwest mueyîde li Îsraîlê bên ferzkirin.

HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin
HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin

HRANA'yê rapora xwe ya têkildarî êrişên ser Îran û Rojhilat aşkera kir. HRANA’yê got ku di nava 24 saetan de herî kêm 33 sivîl hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne.

Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney kî ye?
Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney kî ye?

Seyyed Mucteba Xamaney ku li şûna bavê xwe Alî Xamaney ê di 28’ê Sibatê de hate kuştin hat hilbijartin, bi xwe re nîqaşên “monarşiyê” anî. Tê gotin ku Mucteba Xamaney di nava hêzên rejîmê de “kesekî bihêz” e.

Îranê rêberê xwe yê nû hilbijart: Nav nehate aşkerakirin
Îranê rêberê xwe yê nû hilbijart: Nav nehate aşkerakirin

Rejîma Îranê, piştî kuştina Ayetullah Alî Xamaney, lîderê xwe yê nû hilbijart. Lêbelê bi hinceta ewlehiyê navê lîderê nû nehate aşkerakirin.

HRANA: Li Îranê 194 jê zarok, hezar û 205 sivîl hatin qetilkirin
HRANA: Li Îranê 194 jê zarok, hezar û 205 sivîl hatin qetilkirin

HRANA’yê da zanîn ku di êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê de heta niha 194 jê zarok, bi giştî hezar û 205 sivîl hatine qetilkirin.