CUP: Em emperyalîzmê têk bibin, Rojavayê biparêzin!

Parve bike:
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Gel (CUP) a li Katalonyayê di daxuyaniya xwe ya der barê êrişên li ser Rojavayê de, berpirsiyariya DYA, Fransa û Spanyayê ya di êrişan de rexne kir. 
 
Platforma Yekîtiya Gel (Candidatura d’Unitat Popula) ku li Katalonyayê xebatê dimeşîne, der barê êrişên li ser Rojavayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê rêveberiya Colanî ku wekî “hikûmeta demkî” tê binavkirin, piştî êrîşên paqijkirina etnîkî yên li ser Durziyan, êrişeke çekdarî li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Piştî hilweşîna rejîma Esed, rêveberiya ku xwe wekî “hikûmet” ragihandiye û kokên wê digihêje rêxistina Hayat Tahrir el-Şam (ku têkiliyên rasterast bi El-Qaîde û DAÎŞ’ê re hene), bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku şoreş û rêgêzên ku li ser hatiye avakirin paşde bibe: jiyana hevbeş a etnîkî û olî ya gelên cuda yên li herêmê, demokrasî, xwebirêxstinkirina gel û azadbûna jinê.
 
Projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê bi berjewendiyên hikumeta Colani re, her wiha bi îradeya dewleta Tirk a ku dixwaze gelê Kurd ji holê rake û bi polîtîkayên emperyalîst ên NATO’yê yên bi pêşengiya DYA’yê yên li Rojhilata Navîn û Rojavayê Asya’yê ji bo berjewendiyên xwe yên emperyalîst mudaxele û bêîstîqrar dike jî bi temamî nakok e. Armanc ew e ku herêmeke ji aliyê jeostratejîk pir girîng kontrol bike.”
 
CUP, bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo têkbirina DAÎŞ’ê têkoşiya û bi hezaran şehîd da ku mirovahiyê ji barbarîya cîhadî rizgar bike û wiha hate gotin, “Lê belê Yekîtiya Ewropayê û dewletên Spanya û Fransayê ne tenê bêdeng man, her wiha piştgiriya siyasî û aborî didin hikumeta Colani. Hefteya borî Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen pakêteke alîkariyê ya 620 milyon euro ji rêveberiya Sûriyê re ragihand.
 
Bi vî awayî li Ewropayê bi tirsên cîhadîyê nijadperestî û Îslamofobî tê xurtkirin, lê li Rojhilata Navîn heman hêz piştgiriya siyasî û aborî didin komên cîhadî; girtiyên DAÎŞ’ê azad dikin an jî komên ku li dijî gelên herêmê wekî Dûrzîyan sûcên paqijkirina etnîkî kirine fînanse dikin.
 
Careke din hêzên emperyalîst ên DYA û YE, bi Îsraîla Sîyonîst û dewleta Tirk re li hev dikin ku Rojhilata Navîn parve bikin; mafê gelên herêmê yê xwebiryardana çarenûsê bi temamî înkar dikin. Careke din emperyalîzm li hember her gelê ku dixwaze bi awayekî demokratîk, dadperwer û wekhev çarenûsa xwe diyar bike êrîş dike.
 
Ji ber van hemû sedeman, em ji Welatên Katalan ji gelê Kurd û berxwedana wî re di nava hevgirtinê de ne. Tevgera Çep a Serbixwe ya ku sosyalîst, femînîst û rizgariya neteweyî ye, dê her gelê ku ji bo mafê xwebiryardana çarenûs û serweriya xwe têdikoşe biparêze. Em bi tundî rola sereke ya NATO’yê, Yekîtiya Ewropayê, dewletên Spanya û Fransayê di rawestandina hikumeta Sûriyê de û berpirsiyariya wan a hevpar di êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar dikin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Divê em hêzên ku ji berjewendiyên jeopolîtîk ên hêzên biyanî û paşverû dûr in, rêz li cudahiya etnîkî û olî ya herêmê digirin û ber bi çareseriyên demokratîk ên rastîn ve diçin biparêzin. Ji Welatên Katalan bigire heta Rojava: Emperyalîzmê têk bibin, mafê gelan yê xwebiryardana çarenûsê biparêzin!”