Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin 2025-01-11 10:30:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Kurdistanî di pêşengiya TJK-E de ji bo komkujiyên Parîsê protesto bikin û kesên hatine qetilkirin bibîr bînin û ji bo vê tevlî meşa navendî ya Parîsê bibin, ber bi Parîsê ve diherikin.  Bi dehhezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo komkujiyên Parîsê protesto bikin û tevlî meşa navendî bibin, di pêşengiya TJK-E de ji bajarên Ewropayê derketin rê. Kurdistanî ji Swîsre heta Avûstûrya, ji Almanya heta Îtalyayê bi otobus û seyareyên taybet derketin rê. Kurdistaniyên ku ji hemû kantonên Swîsreyê bi dehan otobusan derketin rê, li bajarê Basalê hatin gel hev. Li vir girse bênavber dirûşmeyên, "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" berzkirin û li ber stranên şoreşê govend gerandin.   Berdevka Komîna Gel a Şehîd Çiyager a Rapperswille Fadîme Dersîm anî ziman ku heta hesabê komkujiyan bipirsin ew ê di qadan de bibin û wiha axivî: "Hesabê van komkujiyan bi hêza xwe ya rêxistinkirî û mezinkirina têkoşînê dipirsin û em ê bipirsin. Gelê me bi ruhê pêşengên têkoşîna Azadiya Jinê Sara û Evînan ket rê. Pêwîste dewleta Fransayê jî li hemberî dewleta tirk a kujer helwest bigire û dev ji vê şerma dîrokî berde."