ÊLIH – Enes Cengiz anî ziman ku bi rêbazên kevneşopî salê 150 ton xwêya kevirî hildiberînin û got: "Ez debara malbata xwe bi vê dikim. Hilberîna xwêya kevirî ne tenê ji bo me, ji bo gelek malbatên gund jî çavkaniyeke dahatê ye."
Bi salan e li gundê Çayxan ê navçeya Hezo ya Êlihê, bi rêbazên kevneşopî xwêya kevirî tê hilberandin. Hilberandina xwêya kevirî ku ji bo niştecîyên gund çavkaniya sereke ya debarê ye, bi rêya helandina wan kevirên xwêyê yên ku di mehên havînê de ji çiyayan tên derxistin, di nav avê de pêk tê. Enes Sezgin ku hilberînerekî xwêya kevirî ye, diyar kir ku demsala hilberînê nêzîkî çar mehan dikişîne û da zanîn ku kevirên xwêyê bi bikaranîna makîneyên giran ji deverên çiyayî tên derxistin û bo gund tên veguhastin.
ZINARAN DIHELÎNIN Û DIKIN XWÊ
Sezgin diyar kir ku zinarên tên helandin, paşê bo hewzên ku ji konan tên çêkirin tên veguhestin û got: "Piştî ku ava şor a em dikin nav hewzan dihilime, em wê xwêya ku li ser rûyê avê çêdibe kom dikin û li ser brandeyan li ber tavê hişk dikin. Em xwêyê nêzîkî hefteyekê li ber tavê dihêlin da ku hişk bibe û piştre bi makîneyan hûr dikin û hem bi awayekî tomerî û hem jî li qeraxên rêyan bi perakendî difiroşin."
Sezgin da zanîn ku ew salane nêzîkî 150 ton xwêya kevirî hildiberînin û wiha lê zêde kir: "Em ji wê xwêya ku hildiberînin salane li derdora 3 milyon TL dahatê bi dest dixin. Ez bi rêya vê karî debara malbata xwe dikim. Tenê em nînin; gelek malbatên li gund jî debara xwe bi hilberîna xwêya kevirî dikin."
Sezgin bi bîr xist ku hilberîna xwêya kevirî pêdivî bi kedeke zêde heye û bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî veguhastina kevirên mezin ên xwê dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Sezgin got: "Gelek kes ji ber giraniya keviran bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû dimînin û ev dibe sedema teqîna apandîsîtê." Her wiha Sezgin anî ziman ku rûbirûbûna demdirêj a li ber xwê, bi demê re dibe sedema nexweşiyên çavan.
Sezgin diyar kir ku ew xwêya hildiberînin li navçeyên herêmê û bajarên cîran belav dikin û her wiha bi kamyonetên biçûk diçin gundan û li wir bi awayekî firotina rasterast bazirganiyê dikin. Sezgin destnîşan kir ku firotina li kêleka rê tevkariyeke girîng di budçeya malbatê de dike û wiha lê zêde kir: "Em dikarin bi wê dahata ku ji firotina xwêya li kêleka rê bi dest dixin, pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin."
Sezgin diyar kir ku ew xwêya kevirî ya ku di dawiya demsalê de ji ber baranê qirêj dibe û ji bo xwarinê ne guncaw e bi awayên cuda yên din bi kar tînin û da zanîn ku ew hem wekî xwarina heywanan tê bikaranîn û hem jî li ser banên axê tê belavkirin da ku ban tekûz bike.
MA / Ozan Bayindir