Li Gimgimê dema gulik, kereng û hêlizê ye

Parve bike:
MÛŞ - Piştî zivistana dijwar a li Gimgimê, gelek giyayên wekî gulik, kereng û hêlizê li ser dezgehên bazaran cihê xwe girtin.
 
Li navçeya Gimgima ya Mûşê, piştî zivistana dijwar a ku derbas bû, li çiyayan gelek giyayên bişîfa şîn bûn. Gulik kereng û hêliz ên ku di çêkirina gelek xwarinan de tên bikaranîn, piştî barana Nîsanê derketin û li ser dezgehan cihê xwe girtin. Ji bo giyayên ku li çiyayên Gimgimê û gundên wê şîn dibin, eleqeyeke mezin heye. Kîloya hêliz û kerengê bi 150 TL’yî, ya gulikê jî bi 75 TL’yî tê firotin.
 
JI GIMGIMÊ BER BI DERVEYÎ WELAT VE GIYAYÊN BIŞÎFA
 
Bişar Akbal ê ku li navenda Gimgimê giyayên bişîfa yên li çiyayên Gimgimê şîn dibin difiroşe, diyar kir ku feydeyên hêliz, kereng û gulikê gelek in. Akbal anî ziman ku ev giya di çêkirina gelek xwarinan de tên bikaranîn û destnîşan kir ku bi germbûna hewayê re dê kîvarkên çiyê, cax û rêvas jî li ser dezgehan cihê xwe bigirin û wiha axivî: "Gelê me pir dikire. Bi taybetî ji bo Stenbol û Ewropayê pir diçe. Ji bo derveyî welat, bi kargoyê û wek tirşî tê şandin."
 
MA / Can Kirbaş