Li Çarşiya Penêrfiroşan kar nîvî nîvî kêm bûye
AMED - Li Çarşiya Penêrfiroşan a Sûr a Amedê, penêr ku di salên berê de bi bermîlan dihat firotin, niha bi xiraman tê firotin.
Li Çarşiya Penêrfiroşan a Sûr a Amedê, dikandar ji ber nebûna kar bi gilî û gazinc in. Çûnhatina li çarşiyê hema bêje nîvî nîvî kêm bûye. Dikandaran destnîşan kir ku sedem, krîza aborî ye.
Bihayê penêrê hûnandî ku par bi 220-230 TL'yî bû, niha bûye 350 TL. Penêrê bi selmora ji 200 TL'yî çûye 250 TL'yî; penêr kêmrûn ji 220 TL'yî çûye 350 TL'yî.
Dikandar Şeymus Îla diyar kir ku di çend salan de firotana wan nîvî nîvî kêm bûye û got: "Her çend em penêr bi erzanî difiroşin jî, mirov nikarin bikirin. Ji ber ku rewşa aborî pir xirab e. Hem firoşkar û hem jî kirrûkar gilî dikin. Niha firotana me ji sedî 50'î kêm bûye. Berê mirov dihatin vir û penêr bi bermîlan dikirîn, lê niha tenê bi xiraman dikarin."
Dikandar Bariş Aras got ku rewşa kesên ku bi sewalvanî û çandiniyê re mijûl dibin pir xirab bûye. Aras destnîşan kir ku cotkar hewceyê piştgiriyê ne û got: "Çar-pênc sal berê, min kîloyek penêr bi 20 TL'yî difirot, niha 300 TL ye. Ev ji deh qatan zêdetir e. Di şert û mercên heyî de, êdî kes nikare penêr bikire. Ji ber ku hilberîn têrê nake, biha zêde dibin."