KESK’ê li seranserî welat kar berda

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê, bi sedema ku TUÎK’ê daneyên rast parve nekiriye û li dijî zema tê payin bo mûçeyên memûran bê kirin, li seranserî welat ji bo rojekê çalakiya berdana kar kir. 

 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi sedema daneyên nerast ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û zema tê payin ku li gorî van daneyan bo mûçeyên karmendan were kirin, li seranserî welat ji bo rojekê çalakiya berdana kar li dar xist. KESK’ê, li gelek bajaran têkildarî çalakiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyên bi sernavên “Em nikarin debara xwe bikin, di grevê de ne” hatine dayin de cih dan daxuyaniya Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçakê ya li Enqereyê. 
 
ENQERE 
 
KESK’ê, li Enqereyê ji pêşiya Pirtûkxaneya Mîllî heta pêşiya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî meş li dar xist. Di meşê de dovîzên “Budçeya ne ji bo sermayeyê ya ji bo kedkaran”, “Kreşên cemaweriyê yên bêpere û bi zimanê dayikê” û “Em ê teslîmî hejariyê nebin” û pankartên “Tu hukmê peymana firotinê nemaye”, “A niha zemeke din bikin” hatin hilgirtin. Di meşê de beşdaran li çepikan xistin û tililî avêtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Zem, zilm, îşkence, vaye AKP” û “Karkker, memûr bi destên hev bigirin, ber bi greva giştî ve” hatin berzkirin. 
 
Piştî girse gihiştî pêşiya wezaretê, li vir daxuyanî hat dayin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçakê di daxuyaniyê de ji ewil êrişên ser Helebê şermezar kir, banga hestiyariyê kir. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî berxweda Rojava” berz kir. 
 
Ayfer Koçakê, da zanîn ku tevî daneyên nerast ên TUÎK’ê jÎ Tirkiye li seranserî cîhanê di welatên enflasyona wan herî zêde de di rêza 5’an de cih digire. Ayfer Koçakê anî ziman ku enflasyona salane ya welatên Ewropayê li Tirkiyeyê tenê di mehekê de tên jiyîn û got: “Tevî vê jî em her sal bi heman rewşê rû bi rû dimînin. Mûçeyên me li gorî texmîna efnlasyonê ya Banka Navendî ku tu caran ev texmîn nagirin, li gorî daneyên sexte yên TUÎK’ê tên zêdekirin. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên di 5’ê Çileyê de hatine aşkerakirin; dê ji bo mûçeyên me ji sedî 18,60 zem were kirin. Lê di nava vê de ferqa enflasyonê jî heye. Anku tişta her carê dikin dîs dubare dikin. Ev daneyên ku biqasî nîviya enflasyona em dijîn nîne, weke şeş meşan dabeş kirine û ferqa enflasyonê weke zema mûçeyan dixwazin nîşan bidin.” 
 
'FATÛREYA LÎSTIKÊN WAN EM DIDIN’ 
 
Di berdewamê de Ayfer Koçakê anî ziman ku bi zema mûçeyan re êdî ji veguhestinê heta muayene, tenduristî û her tiştekî du qet zêdetirî zema bo mûçeyan zem hatiye kirin û wiha pê de çû: “Hema hema 3 qatî zema ji bo mûçeyên me hatiye kirin bo kirêyan hatiye kirin. Anku ji sedî 35. Tablo zelal e; memûrekî/a di Kanûnê de 55 hezar lîre distand, 25 hezar lîre kirê dida. Di Çileyê de mûçeyê wan tevî ferqa enflasyonê bû 66 hezar lîre. Her carê fatûreya lîstika ‘peymana komî’ weke xizanî û bêewlehiyê li me te birîn.” 
 
'EV REWŞ BERHEMA KONFEDERASYONÊN ALÎGIR E’  
 
Ayfer Koçakê anî ziman ku rewşa heyî ya niha ew dijîn, berhema konfederasyonên alîgirên îktîdarê ne. Ayfer Koçakê, da zanîn ku 10 sal berê bi mûçeyê herî kêm ê teqawidekî dikariya 17 çaryekên zêr bihatina kirîn lê niha 6 çaryek jî nikare were kirîn. Ayfer Koçakê bi domdarî got: “Di dîroka me de cara ewil e ku mûçeyê herî kêm ê memûran cara ewil ket bin sînorê birçîtiyê. Mûçeyên me ketin bin sînorê xizaniyê. Li hêla din hemû bac xistin ser milê kedkaran. Ji her 10 lîreyên bacê yên tên komkirin 4 TL ji bo têkoşîna li dijî xizaniyê, 3 ji bo îstîhdamê, 3 ji bo çandiniyê, 62 qirûş bo hiqûq û edaletê, 11 qirûş ji bo têkoşîna li dijî bengîtiyê û 6 qirûş jî ji bo bernameyên bihêzkirina jinan hatiye veqetandin.” 
 
DI HER DEQEYÊ DE DÊ BIQASÎ 186 MÛÇEYÊN KÊMTIRÎN FAÎZÊ BIDIN  
 
Di berdewamê de Ayfer Koçakê anî ziman ku dê îsal di her deqeyê de ji bo sermayeye xwecihî û biyanî biqasî 186 mûçeyên kêmtirîn faîzê bidin û got: “Pesnê xwe didin û dibêjin mûçeyê herî kêm ê teqawidan derxistine 20 hezar TL’an. Dibêjin ‘xizîne ji vê zêdetir ranagire.’ Lê heman xizîne, ji bo teşwîqkirina patronan di her deqeyê de dê mûçeyê 70 teqawidan bide. Ji bo parastin û biçekbûnê jî serê her deqeyê dê mûçeyê 66 memûran bidin.” 
 
DAXWAZ 
 
Herî dawî jî Koçakê ev daxwaz rêz kir: “Ji meha Çileyê ve bila ji sedî 20’ê din zem bo mûçeyên me were kirin, dixwazin sozên ji me re hatine dayin bên cîcibîkirin, ji bo hemû kedkarê cemaweriyê 3600 lîre li mûçeyên wan bên zêdekirin, dixwazin mulaqet bên rakirin, dixwazin astengiyên li pêşiya mafê me yê Bazariyê ya Bi Girev bên rakirin, herî dereng heta dawiya Hezîranê maseya bazariya komî were avakirin, mûçeyê herî kêm ê teqawidê cemaweriyê bi ser sînorê xizaniyê de be û piştgiriya kirê, kreş û rêyê were kirin.” 
 
LI GELEK BAJARÊN DIN JÎ ÇALAKÎ HAT LIDAXISTIN 
 
Li bajarên Şirnex, Wan, Edene, Antalya, Hatay, Mêrsîn, Riha, Amed, Êlih, Dêrsim, Stenbol, Îzmîr, Ordu û gelek bajarên din daxuyanî hatin dayin.