Hat zanîn ku midûrê zabiteyan Mahmût Kavalci zextê li xebatkarên Şaredariya Êlihê yên endamên DÎSK GENEL-ÎŞ’ê dike ku sendîkeya xwe biguherînin.
Li Wanê ku berê ji ber zivistanên dijwar daxwaza êzing û komirê pir zêde bû, ji 14 esnafên bazara komir û êzingan 8 esnaf dikanên xwe girtine.
Li Mêrdînê, çinîna tirî dereng dest pê kir. Li gel vê, îsal randiman jî kêm bû. Gundiyên ku ji mecbûrî li dijî hilberîna endustriyî têdikoşin, li benda alîkariyê ne.
Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan kursa onlîne li dar dixe. Serlêdana kursê di 2'yê Mijdarê de bi dawî dibe û kurs di 8'ê Mijdarê de dest pê dike.
Zeynep Çîçek Ayrilmaz ku li Stenbolê atolyeyeke hunera hirî ya komunal vekiriye, diyar kir ku ew hewl dide bi rêya hunerê çanda Dêrsimê zindî bihêle û got ku xewna wê ya herî mezin li Dêrsimê vekirina atolyeyekê ye.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên zimanê Kurdî dest pê kirine û ji bo xwedîderketina li Kurdî banga serlêdanê kir.