Li Wanê du kes hatin binçavkirin 2023-09-08 16:47:24   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê 2 ciwan hatin binçavkirin.    Polîsan duh bi şev li taxên Bostanîçî û Esendere yên navçeya Rêya Armûşê yên Wanê bi ser 3 malan de girtin. Di serdegirtinan de ciwanê bi navê Şiyar Orhan hate binçavkirin. Delîl Bozkûrt û Serhat Akdag ên derbarê wan de biryara binçavkirinê hebû û li malên xwe nebûn jî serê vê sibê hatin binçavkirin.     Hate diyarkirin ku her 3 kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.