Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin 2023-08-28 22:14:02   ŞIRNEX - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk û Şaredariya Silopiyayê dê bi dirûşmeya “Li dijî şerâ taybet tâkoşînek bi heybet” tûrnûvaya fûtbolê li dar bixin.   Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê û Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewlet bi dirûşmeya “Li dijî şerâ taybet tekoşînek bi heybet" tûrnûvaya fûtbolê li dar bixin.     Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku polîtîkayên şerê taybet ê desthilatê yên li ser ciwanan her diçe kûrtir dibin û bal kişand ser tiryak û fuhûşa bi taybetî li herêmê hatiye berbelavkirin. Meclisa Ciwanan diyar kir ku wekî Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk û Şaredariya Silopiyayê îsal jî li dijî polîtîkayên şerê taybet bi dirûşmeya ‘Li dijî şerâ taybet, tekoşînek bi heybet’ Tûrnûvaya Fûtbolê dane destpêkirin.