'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan' 2023-06-13 09:08:00 STENBOL - Xwendekarên Zanîngehê diyar kirin ku zemên pêşî li wan nayên girtin, peşkê li mafê perwerdehiyê dixîne û gotin ku zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan.    Ji ber bihabûna kirêyan û heqê wargehên xwendekaran ên taybet, xwendekar bi pirsgirêka hêwirandinê re rû bi rû ne. Xwendekarên zanîngehan, pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin û daxwazên xwe anîn zimên.    Xwendekarê Beşa Endezyariya Fîzîkê ya Zanîngeha Medeniyetê Hîlmî Erdem, anî ziman ku ji bo karibe debara xwe bike hefê 3 rojan dixebite. Erdem bilêv kir ku ji ber vê nikare li ser dersên xwe hûr bibe û got: "Ev yek hem bandorê li jiyana min a civakî hem jî ya perwerdehiyê dike. Ger nexebitim ez ê nikaribim heqê kirêya xanî û fatûreyan bidim. Ez ê vê hefteyê biçim li du kargehên cuda bixebitim."    'BERPIRS HIKÛMET E'   Erdem diyar kir ku bûrsa ku ew distîne têra wî nake û got ku ji ber ku dixebite nikare li dersên xwe bixebite. Erdem destnîşan kir ku ji ber vê bûrsa wî veguheriye krediyê û got: "Bûrsa me hezar û 200 lîre ye. Ev di hefteyeê de diqede. Êdî xwendekar hefane odeyan kirê dikin. Berprisê vê rewşê hikûmet e".    Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Mehmet Nazim Oztoprak jî bilêv kir ku ji ber enflasyonê nikariûye materyalên xwe yên perwerdehiyê bikire û ev yek bandor li dersên wî kiriye. Oztoprak destnîşan kir ku fiyetê çavkaniyên perwerdehiyê pir biha ne û got: "Lewma em nikarin pirtûkên dersan bikirin û sekte li perwerdehiya me dikeve. Xwendekar ne robot in. Berprisiyariya xwendekarên zanîngehê tenê ne ders in. Divê çalakiyên wan ên civakî jî hebin. Ji bo vê jî aborî divê."    'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'   Xwendekara Beşa Gastronomiyê ya Zanîngeha Gelîşîmê ya Stnebolê Bûse Ataş jî destnîşan kir ku aboriyê tenê ne xwendekar, bandorê li tevahiay civakê dike. Ataş bal kişand ser bihakirina fiyetê zanîngehan û got: "Min par 38 hezar TL xerca zanîngehê da, lê îsal min 78 hezar da. Ev zemên tên kirin, derbeya li gel e. Hikûmet li hemberî gelê xwe mekanîzmayeke parastinê ya wiha esas digire. Ev ne rast e. Em ê serî netewînin. Ez bang li welatiyan jî dikim ku serî netewînin."    VEGUHERÎNE BAZIRGANXANEYAN   Xwendekarê Beşa Gastronomiyê ya Zanîngeha Gelîşîmê ya Stenbolê Samet Ozmen jî bal kişand ser bihakirina fiyetên zanîngehan. Ozmen destnîşan kir ku anîngeh veguherîne navendên bazirganiyê û got ku xwendekarî pir zor û zehmet e. Ozmen bilêv kir ku perwerdehî mafê herî bingehîn û xwezayî yê xwendejaran e û got: "Hûn nikarin perwerdehiyê bi pereyan bifiroşin. Em vê yekê qebûl nakin."