Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin 2023-06-12 09:07:07   AMED - Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku ji bo bixwînin neçarin bixebitin û anîn ziman ku ew nikarin bi hêvî li pêşerojê binêrin.    Ji ber krîza aboriyê ya her ku diçe kûrtir dibe fikarên xwendekarên zanîngehê zêde dibin. Gelek xwendekarên zanîngehê ji bo ku dibistanê bi dawî bikin neçarin bixebitin. Xwendekarên ji ber kêmbûna bûrsên ku ew distînin bi gazin in, têkildarî pêşerojê bi fikar in.    NEKARÎ BIÇE ZANÎNGEHA KU DIXWEST   Xwendekarê beşa Konservatuara Dewletê yê Zanîngeha Dîcleyê Omer Aslan bi lêv kir ku bûrsa werdigirin têra wan nake û wiha got: “Bûrsa min hezar û 250 lîre ye. Li vir bihayê otobûsan ên xwendekaran 3 lîre û nîv. Nêzî 300 lîre dike. Xwarina me jî heye. Tostek 30 lîre ye. Gelek zor debara xwe dikin.” Aslan, bi lêv kir ku ji ber krîza aboriyê ya heyî nikarin biçin zanîngeha ku dixwazin û wiha berdewam kir: “Min xwest li Zanîngeha Egeyê bixwînim. Şertên aborî rê nedan; ji ber debara malbata min kêm e. Bavê min naxebite. Dayika min kevaniya malê ye. Xeyala min bû lê min nekarî biçim.”   Omer Aslan   ‘DIVÊ MULAKAT BÊ RAKIRIN’    Aslan, ê fikarên xwe yên li ser tayînkirinê anîn ziman ev tişt gotin: “Divê xalê her kesî hebe. Xalekî me jî nîne. Ez dixwazim ewilî mulakat bên rakirin. Divê wisa be. Dixwazim lêpirsîna ewlehiyê bê rakirin.”   ‘HÊVIYA ME JI TAYÎNKIRINÊ NÎNE’    Xwendekara beşa Mamostetiya Matematîkê ya Dibistana Sereteyî ya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê Ebrû Aslan jî da zanîn ku bûrsê nadin wê. Aslan, anî ziman ku ji ber pirsigirêkên tayînkirina mamosteyan nikare krediya hîndekariyê jî bigire û bi pereyê ku malbata wê jê re dişîne debara xwe dike. Aslan, bi lêv kir ku naxwaze bikeve nava deyndarên Saziya Wargehên Krediyê (KYK) û wiha got: “Gelek hevalên min ên pirsgirêkê dijîn hene. Ji ber ku rê pir dûr e bûrs tê re nake. Tê re xwarinê nake. Hêviya me ji tayînkirinê nîne. Ji ber wê yekê ez difirikim ku xwe pêşve bibim û lîsansa bilind bikim.”   Ebrû Aslan   Aslan, destnîşan kir ku ji polîtîkayên desthilata heyî tu bendewariyeke wê nîne û wiha berdewam kir: “Wê xetayên kevin berdewam bike. Dixwazim weke mamoste bê tayînkirin. Dixwazim dibistanên gundan vebin. Divê xwendekar hem neçin dibistanê û hem jî nexebitin. Divê di vê mijarê de zêdetir piştgiriyê bidin xwendekaran.”   HEM DIXEBITE HEM DIXWÎNE   Xwendekara beşa Mamostetiya Spor û Perwerdehiya Laş a Zanîngeha Dîcleyê Dîlek Erol jî diyar kir ku ji ber bûrsa werdigire têre nake dixebite û wisa dike perwerdehiya xwe bidomîne. Erol, anî ziman ku şertên xebatê bandorê li jiyana wê ya perwerdehiyê dike û ev tişt got: “Ez antrenoriya Kick Boksê dikim. Dersên taybet didim. Li eywanan dixebitim. Bi vî awayî debara xwe dikim. Hem dixwînim hem jî debara xwe dikim. Ji lîseyê vir ve wisa berdewam dikim. Zehmet e ku hem mirov bixebite û bixwîne. Serê sibê neçar dimînim ku bêxew dikevim dersan.”   Dîlek Erol   ‘HÊVIYA ME ŞIKANDIN’    Erol, anî ziman ku têkildarî tayînkirinê fikarên wê hene û wiha berdewam kir: “Rewşa welat hêviya me dişikîne. Ji ber ku pûanên me yên tayînkirinê gelek bilind bûn. Em hem sporvan in hem jî mamostetiyê dikin. Pûanên me yên tayînkirinê 85’in. Ez ê hem sporvanan perwerde bikim, hem bikevim maçan û hem jî dersan bixebitim. Ez ê xwe bikim 3 perçe. Ev yek gelek zehmetiyê dide min. Ji xwe ji ber em aktîvîteyeke fîzîkî dikin diwestin. Divê em hem bêhna xwe vedin û di heman demê de ders jî bixebitin. Ev jî me gelek aciz dike.”   ‘NIKARIM BI HÊVÎ BINÊRIM’    Xwendekarê beşa Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dîcleyê Yûsûf Aslan jî anî ziman ku bi xebitînê perwerdehiya xwe didomîne û wiha got: “Ez ne bûrsê ne jî krediyê werdigirim. Divê ez hem bixebitim û hem jî bixwînim. Carna dereng ji kar derdikevim. Hewl didim her duyan bi hev re bibim. Ez berê xwe bidim kê ya din di destê min de dimîne.”   Yûsûf Aslan   Aslan, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku 100 hezar mamoste bên tayînkirin û ev tişt gotin: “Daxwaza me ew e ku li dibistanên seretayî û navîn beşên muzîkê bên vekirin. Bi giştî pirsgirêka tayînkirina hemû beşan heye. Divê ewilî fikarên pêşerojê ji holê bên rakirin. Kesên beşên sosyolojî, wêje û felsefeyê dixwînin vala ne.”