Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek 2023-04-15 10:07:33   ÎZMÎR - Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de yên ku hevsengiya hilbijartinê serûbin bikin ciwan in. Ciwanan diyar kir ku hilbijartin qadek têkoşînê ye û banga xwedî derketina li dor Partiya Çepên Kesk bibin xelek kirin.    Ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê re ku dê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk bên, tam mehek ma. Bi taybetî coş û kelecana ciwanan a di nava xebatên hilbijartinê de balê dikişîne ser xwe. Ciwan dê di vê hilbijartinê de hevsengiya hilbijartinê serûbin bikin û dê çarenûsa hilbijartinê diyar bikin. Ciwanên kurd û yên çepgir li Îzmîrê pêşengiya xebatên hilbijartinê dikin. Ciwanan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û banga xwedî derketina li Partiya Çepên Kesk ku wê çarenûsa welat biguherîne kirin.    ‘WÊ CIWAN Û PARTIYA ME ÇARENÛSA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN’    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Bariş Kirmizitaş diyar kir ku îktidar ji ciwanan ditirse û got: “Helbet ji vê tirsa wan jî tê fêmkirin. Tevî ewqas zext û girtina ciwanan jî lê ciwanan gavek jî paşve neavêtiye. Em di xebatên hilbijartinê yên partiya me de dibînin ku ka wê çarenûsa hilbijartinê çawa bibe. Ciwan pêşengiyê dikin. Têkoşîna me ciwanan tenê bi hilbijartinê re ne sînordar e. Em ê bi têkoşîna xwe ya birêxistinkirî wan ji îktidarê bixînin. Hêvî Tifaqa Ked û Azadiyê ye.”    ‘ÎKTIDAR JI CIWANAN DITIRSE Û JI TIRSA WAN TÊ FÊM KIRIN’    Endamê Ciwanên Partiya Kedê (EMEP) Emre Gokmen jî destnîşan kir ku Tirkiye yek ji girîngtirîn hilbijartina xwe pêk tîne û wiha got: “Bêguman ev hilbijartin ji bo her kesî girîng e. Tişek nema ku nehat serê ciwanan. Ji feqîriyê bigire heta sirgûn û kuştina ciwanan. Her tişt tê serê ciwanan. Em jî wek ciwanan dixwazin êdî guhertin pêk were. Îsal wê wê 6 milyon hilbijêrên nû hebin û dengê xwe bikar bînin. Em bi pêvajoyek zextan, feqîrî û têkçûyî re rûbirû ne. Ciwan wê di çarçoveya daxwaz û çareseriyê de tercîha xwe bikin. Her tişt di destê ciwanan de ye. Hilbijartin ji bo me qada têkoşînê ye û pêvajoyek ne mayînde ye. Em dikarin bi Tifaqa Ked û Azadiyê dinyayek û jiyanek xweş ava bikin.”    ‘EM LI DORA PARTIYA ÇEPÊN KESK BIBIN XELEK’    Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Sînem Çelebî jî destnîşan kir ku di vê serdemê de wezîfeya herî mezin a ciwanan ew e ku li dijî faşîzmê têbikoşin û got: “Tifaqa Ked û Azadiyê sîwanek pir rengî ye û her kesî di bin sîwana xwe de xwedî dike. Tenê ne tifaqa hilbijartinê ye. Tifaqa têkoşîna li dijî faşîzmê ye û avakirina jiyana nû azadiyê ye. Lewma ez bang li her kesî dikim ku li derdora Partiya Çepên Kesk bibe xelek û piştevaniya wê bikei.”    CIWANAN BERÊ XWE DAYE PARTIYA ÇEPÊN KESK    Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Harûn Aykaç jî diyar kir ku ciwanên demokrasiyê, heqîqetê diparêzin dê di hilbijartinê de bi bandor bin û got: “Eleqeya ciwanan a ji bo Partiya Çepên Kesk zêde ye. Xwedîderketinek zêde ji bo Partiya Çepên Kesk heye. Tişta ku di rapirsiyan de xuya dike rastiyê nîşan nade. Xwedî derketina bo Partiya Çepên Kesk ji a hemû partiyan zêdetir e. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek.”    MA / Delal Akyuz