Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev 2023-04-02 21:26:19   STENBOL - Di aktîvîteya bi dirûşmeya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ hate lidarxistin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rola ciwanan a ji bo azadiya fîzîkî hat destnîşankirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Xwendekarên Demokratîk bi dirûşmeya “Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin” li rêxistina HDP’a Bagcilarê aktîvîteyek li dar xistin. Di aktîvîteyê de pankartên “Rêya aştiyeke birûmet di roja me re derbas dibe” û “Ciwan ber bi roja xwe ve dimeşin” hatin vekirin. Ji bilî endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER) , Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) gelek nûnerên tevgerên ciwanan ên çep û sosyalîst beşdarî aktîvîteyê bûn. Aktîvîte bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir.    Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê yên di aktîvîteyê de axivîn bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku tecrîd pêkanîneke bêhiqûqî ye. Di aktîvîteyê de ji bo rakirina tecrîdê ya ji holê bal kişandin ser rola ciwanan.     Piştî axaftinên hatin kirin, aktîvîte bi stranên Koma Hewra bi dawî bû.