Li Zanîngeha Stenbolê êrişên nijadperest: Berpirsyar kesên ku kampus veguherandine leşkergehê ne 2022-12-08 15:09:07   STENBOL - Piştevaniya Zanîngeha Stenbolê ku têkildarî êrişên nijadperest ên li Zanîngeha Stenbolê zêdebûne de daxuyanî da, bal kişand ser hevkariya dewlet, polîs û OGB’ê û banga piştevaniyê kir.    Piştevaniya Zanîngeha Stenbolê têkildarî xwendekarên ku di 24’ê mijdarê de li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbolê rastî êrişan hatin de daxuyanî da. Xwendekarên rastî êrişî hatin û gelek xwendekarên din tev li daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate dayîn bûn.    Endamê Piştevaniya Zanîngeha Stenbolê Atakan Yuksek metna daxuyaniyê xwend. Yuksek, da zanîn ku ji ber weke xwendekar mafê perwerdehiya azad, zanîst, wekhev, ekolojîk, azadîparêziya zayendî, demokratîk û zimanê dayikê diparêzin, bi polîtîkayên êrişan re rûbirû dimînin.    POLÎSAN ÊRIŞKAR BERDAN   Yuksek, da zanîn ku di êrişan de hevalekî wan birîndar bû û hevaleke wan a jin jî ji aliyê êrişkaran ve bi tecawizê gef lê hatin xwarin. Yuksek her wiha bal kişand ku êrîşkarên ku di dema êrîşê de hat nîşandan ku ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin, 10 mîtroyan dûr hatine berdan.    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Yuksek, diyar kir ku êriş bi 3’yê mijdarê re bisînor nema û diyar kir ku di 24’ê mijdarê de jî 6 xwendekar li Fakulteya Ragihandinê rastî êrişa komeke faşîst a ji 25 kesan pêk dihat, hatin. Yuksek, bal kişand ku dema komên nijadperest hewl didin lînc bikin polîsên li zanîngehê ji holê winda dibin û got: “Berpirsiyariya êrîşên ku heta niha li me hatine kirin an jî tên hedefkirin, dewlet û rektoriya qeyyûm e ku dixwaze zanîngeh û kampusên me bike leşkergeh û polîs, Yekîneyên Ewlekariya Taybet (OGB) û çeteyên faşîst ên kampusên me dagir dikin in.”   Yuksek, diyar kir ku li dijî êrîşên nijadperest wê têkoşîna xwe bidomînin û ev bang kir: “Li dijî hevkariya faşîst-polîs-OGB a di dema vê êrîşê de pêk hat; em bang li hemû raya giştî dikin ku dengê xwe bilind bikin û piştevaniyê mezin bikin.”