Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir 2022-10-08 23:45:04   STENBOL - Ciwanên Welatparêz, ji bo protestokirina komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.    Ciwanên Welatparêz, li navçeya Avcilar a Stenbolê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanên bi meşaleya meşiyan tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. Ciwanan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û ji bo meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Kadikoyê bê lidarxistin bang li partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kirin.