Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket 2022-08-26 23:33:42       AMED-Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Amedê ew li dar xist, bi dawî bû. Di fînalê de Tavşantepe bi ser ket.   Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo bîranîna Kemal Kûrkûtê di Newroza 2017'an de li Amedê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin hat lidarxistin bi dawî bû. Fînal li Tesîsên Demîrokê hat lîstin. Parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag û Remziye Tosûn, rêvebiriya HDP'a Amedê û navçeyên Sûr, Rezan, Yenîşehîr û Peyasê û gelek kes fînalê temaşe kirin.    Berî fînalê ji bo rêza sêyemîn a tûrnûvayê tîmên Goldman û Karaçali derketin qadê. Di lîstika ji bo rêza sêyemîn de tîma Goldmanê bi ser ket.    Di fînalê de jî tîmên Tavşantepe û Rezanê bi hev re lîstin. Her du tîm bi pankarta li ser "Bi vîna Kemal li hemberî  tiryakê û şerê teybet dengê xwe bilind bike" nivîsandî daketin qadê. Di encama fînalê de tîma Tavşantepe bi ser ket û bû şampiyonê tûrnûvayê.    Ji bo tîma şampiyon merasîmek hat lidarxistin. Parlementer Dersim Dag xelata şampiyonê da tîma Tavşantepeyê.    Pîştî wergirtina kûpayê ciwanan demeke dirêj li ber stranan govend gerand.