Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin 2022-05-20 15:52:36   STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê binçavkirinên ciwanan bi meşekê protesto kirin.    Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li navçeya Şîşlî ya Stenbolê binçavkirina gelek rêveber û ciwanên HDP'î ku li Amed, Mêrdîn û Rihayê hatibûn binçavkirin bi meşekê protesto kir.   Ciwanên ku li semta Harbiyeyê meş li dar xistin, di meşê de pankarta "Hûn nikarin rewabûn, mafdarbûna me bidarizînin û tekoşîna me îlegalîze bikin, hevalên me demildest berdin" hilgirtin û dirûşmên "Wê binçavkirin nikaribin me biçewisînin" , "HDP hêvî ye, hêvî li ser piya ye" berz kirin.   Polîsên ku meşa ciwanan asteng kirin û destê gelek ciwan bi pişt ve kelemçe kirin û bi lêdanê binçav kirin. Ciwanan dema binçavkirina xwe jî ev dirûşm "Tundî dê nikaribin me biçewisînin" berz kirin.