Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re 2022-04-04 16:03:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke ciwanên kurd bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pêşiya avahiya CPT’yê çalakî kirin. Ciwanan, rojbûna Ocalan pîroz kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.   Bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ciwanên kurd li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya li Strasboûrg ê Fransayê çalakî kirin. Ciwanan di çalakiyê de posterên Ocalan vekirin û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.    Di çalakiyê de ciwanan bêdengiya CPT’yê ya li hemberî tecrîdê protesto kirin û azadiya Ocalan xwestin. Pişre jî ciwanan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ciwanan wiha got: “73’yemîn rojbûna Rêber Apo pîroz be. Em bi Rêber Apo hene û dê bi wî re hebin. Rêber Apo ev 23 sal in di bin tecrîdeke sîstematîk de ye. Ev tecrîd, li ser tevahiya kurdan tê ferzkirin. Çi dibe bila bibe em ê dev ji rêya ku Rêber Apo li ber me vekirî ye bernedin. Em ê bi pradîgmaya Rêber Apo hebûna xwe bidomînin. Dev ji vê pêkanîna xwe ya der hiqûqî berdin. Gelê kurd serî li ber neheqiyê natewîne.”