Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir 2022-02-22 22:00:22   ANTALYA – Xwendekaran êrişa nijadperest a li hemberî xwendekarên kurd a li Zanîngeha Akdenîzê şermezar kir û diyar kirin ku dê li ber xwe bidin.    Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê yên ji bo xwendekarên kurd ku li nav Kampusa Zanîngeha Akdenîzê bi êrişa komeke nijadperest (30 kes) re rû bi rû man, êrişê protesto kirin. Xwendekaran li Çarşiya Olbîayê ya di nav Zanîngeha Akdenîzê de daxuyanî da û diyar kirin ku komên nijadperest bi rihetî li nav kampusê digerin û polîs tu tiştî nakin. Xwendekaran destnîşan kir ku dê li ber hemû êrişên nijadperest li ber xwe bidin.   Piştî daxuyaniyê xwendekaran li nav kampusê meşek li dar xist û dirûşmeyên wekî "Akdenîz goristan ji bo faşîstan" berz kirin.