DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye 2022-02-05 16:36:07   STENBOL - Endamên DOB’ê diyar kirin ku pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye û wiha gotin: “Heke em têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin, pêkane ku em vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.”   Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) li dijî qeyran, qeyûm, bê pêşerojiyê, pirsgirêka cih nedîtinê li Navenda Çandê ya Kivilcimê ya li navçeya Beyoglûyê bi dirûşmeya “Em deyndêr in deynê we yê pêşerojê heye” çalakiyek li dar xist. Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê ku bi daxuyanî û çalakiyên salekê hatibûn li dar xistin dest pê kir.    Endamê DOB’ê Cemal Kara yê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a di pêş xwendekaran de bêpêşerojtî ye û bi lêv kir ku qeyrana aborî ya heyî bandor li xwendekaran jî kir û anî ziman ku ji ber gelek xwendekaran cihê ku lê bimînin nedîtin mecbûr man dest ji dibistanê berdin.     ‘PÊDIVIYA CIVAKÊ BI PÊŞEROJEKE AZAD HEYE’   Yek ji ciwanan Huseyîn Altintaş jî da zanîn ku bi têkçûna pergalê gelek pirsgirêkên mezin derketin holê û wiha got: “Vê têkçûnê bi xwe re birçîtî, şer anî. Mirov ji malên xwe bûn. Çîna karkeran jî ji her demê bêtir hat mêhtin.” Altintaş, destnîşan kir ku pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye û wiha berdewam kir: “Heke em têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin, pêkane ku em vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.”   ‘DÎROKEKE JINÊ HEYE’   Yek ji ciwanan Ekînsû Aktaş jî destnîşan kir ku dîrokeke jinê ya bi serîhildanan tejî heye û got: “Jin hem li malê hem li kargehê di asta duyemîn de ye. Ji ber vê aliyê her tim tê mêhtin e.”