Ciwanê winda hat dîtin 2021-05-31 10:36:58   SEMSÛR - Alî E.'yê ku 9 roj bûn xeber jê nedihat girtin, cenazeyê wî hat dîtin.    Li bajaroka Yaylakonak a Semsûrê, Alî E.'yê 21 salî ku ji 21'ê Gulanê ve xeber jê nedihat girtin, cenazeyê wî hat dîtin. Piştî ku malbatê îxbar kir, cendirme û AFAD'ê dest bi lêgerînê kirin. Şivanên li herêmê jî li devereke bi qasî 7 kîlometreyan dûrî bajarokê cenazeyê Alî E. li nav erdekî dîtin û xeber şandin ji cendirmeyan re.    Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze ji bo kar û barên otopsiyê rakirina Saziya Tiba Edlî ya Semsûrê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.