'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'

img

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî kampanya Serokomar Erdogan a "Kampanya Alîkarî û Piştevaniya Civakî" da û destnişan kirin ku divê ne welatî bibin desteka dewletê, divê dewlet piştekê bide welatiyan. 

 
Piştî li Tirkiyeyê şewba vîrûsa corona (covît-19) belav bû, bi biryarnameya Wezîrê Karên Hundir bi hezaran qahwexane, cafe, salon û kargeri hatin girtin. Bi vê yekê re bi deh hezarankarker bê heq ji kar hatin dûrxistin û şandin malên wan. Derxistin destûra bê heq. DÎSK'ê xwest di çarçoveya tekoşîna li dijî şewba vîrûsê de ewlehiya kar a karkeran bê stendin û mafê wan bê parastin. 
 
Li aliyê din Serokomar Tayyip Erdogan ewil di çarçoveya şewba vîrûsê de pakêta "Mertalê Îstîkrara Aborî" aşkere kir. Di axaftina xwe ya dawî diyar kir ku deynê şîrketan ên sîgorta, pîrîm û deyên din taloq dikin.  Serokomar Erdogan herî dawî "Kampanya Alîkarî û Piştevaniya Civakî" aşkere kir û xwest welatî alîkariyê bidin dewletê. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî kampanya Erdogan dan û destnişan kirin ku li şûna welatî bibin alîkariya dewletê divê dewlet piştekê bide welatiyan. 
 
GULUM: EV NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, ani ziman ku ev helwest nayê qebûlkirin û xwest dewlet hemû derfet û çavkaniyên xwe ji bo xizmet û pêdiviyên jiyanê yên gel pêşkêş bike. Gulum, anî ziman ku ji ber vîrûsa corona bi hezaran welatî bê kar man û bi milyonan welatî nikarin debarê bikin û wiha got: "Bi milyonan welatî nikarin debara xwe bikin. Jin nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê jin li malê rastî tundiya hundirê malê tên. Li şûna îqtîdar alîkariyê bide gel, pereyan ji gel dixwaze. Li welatên cîhanê ji bo gel butçe tê veqetandin, lê Tirkiye wekî berê bar dide ser pişta gel. Erka dewletê ne li ser pişta gel pereyan kom bike ye. Dijberî vê yekê divê pereyên sermayedaran kom bike û bide gel. Ev teqez nayê qebûlkirin." 
 
TUMUKLU: TENÊ LI XWE DIFIKIRIN
 
Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu jî anî ziman ku bi vê kampanyayê carek din dîtin ku pergal bi tu awayî li milyonan karker, kedkar û xizanan nafikire û tenê li xwe difikire. Tumuklu wiha got: "Îqtîdar berê li xwe difikire û dixwaze sermayeya hevkarên xwe xelas bike. Di rewşa OHAL'ê de ew qas bac û pere ji gel kom kirin. Me dît ku ev pereyê hat komkirin ne ji bo îro ye. Ev çavkanî ji bo tenê pêşeroja xwe qelas bike hemû li şer û parastina xwe xerç kirin. Lê gel bê parastin hiştin. Serokomar Erdogan dixwaze gel bi zekat, dua bêdeng bike. Carek din hat dîtn ku serdest çiqasî durû ne." 
 
GUNAY: DEWLET NE SAZIYA KU ALÎKARIYÊ BIXWAZE YE
 
Hevserokê Giştî yê Malên Gel Nûrî Gunay jî anî ziman ku ev kampanya hat destpêkirin berdewama planên wan ên berê ye û wiha got: "Em dibînin ku ji bo tenduristiya gel bi israr gav nayên avêtin. Divê terbîrên bên girtin û gavên bêne avêtin tev ji bo tenduristiya gel be. Dema banga "Li malê bimîne" tê kirin divê alternatif û çareserî jî bê pêşxistin. Banga alîkariyê bi temamî li dijî tedbîrên ji bo şewbe ye. Yanî dewlet ne saziya ku alîkaiyê ji welatiyan bixwaze ye. Em dipirsin, bac ji bo çi û kijan rojan ji welatiyan tê komkirin. Em dê dubare vê pirsê bipirsin. 
 
ŞENOGLU: PERE JI BO ÇETEYÊN SÛRIYE Û LÎBYA HEYE LÊ... 
 
Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Sedat Şenoglu jî anî ziman ku ev kampanya hatiye destpêkirin li dijî sinc e û wiha got: "Ne ji ber ku pereyê hikûmetê tune vê bangê dikin. Bi deh milyaran tl didin şîrketên înşaetê. Meaşên ku bidin çeteyen Sûriye û Lîbya heye. Baca kesê dewlemend û sermayedaran efû dikin. Ji bo projeya Kanal İstanbul bi milyaran pere qerç dikin. Divê vana teva paştve bistînin. Bi vê bangê ji gel dixwaze ku gel li çareya serê xwe binere. Bar dide ser pişta gel. Li welatên din dewlet numara ÎBAN'e ya welatiyan dixwaze, lê li Tirkiyeyê tersê wê ye." 
 
MA / Tolga Guney