‘Divê pêdiviyên bingehîn ji budçeya giştî were dabînkirin’

img

ENQERE – Koordînasyona Krîza Vîrûsa Koronayê ya HDP’ê li dijî vîrûsê li herêman dest bi xebatên xwe kir. Koordînasyon ji b o çareseriya pirgirêkan pêşniyazan datîne holê û diyar dike pêwîste pêdiviyên bingehîn ji butçeya giştî wek fonekê were dabînkirin. 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-1) wek şewbek gerdûnî (pandemî) ragihandibû. Ev nexweşîn ango vîrûs li Tirkiyê jî bi lez bandora xwe nîşan dide. Di bin serokatiya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de li dijî Kovîd-19’an Koordînasyona Krîza Vîrûsa Koronayê hatibû damezrandin û xebatên xwe didomîne.  
 
Di Koordînasyonê de xebatkarên tenduristiyê, nûnerên komîsyonên partiye, nûnerên rêveberiya xwecihî cih digirin û her roj civîna nirxandinê li dar dixe. Daxuayniyên Wezareta Tenduristiyê û rayedarên hikumetê û her wiha dane û agahiyên li komîsyonan tên berhevkirin her roj tên nirxandin. Berdevkiya Komîsyonê ji aliye Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî Nejla Kûrûl Alîkarê Hevserokên HDP’ê Garo Paylan ê ji Aboriyê Berprisiyar e ve tên birêvebirin. 
 
Xebatên Koordînasyonê bi awayek çalak tê birêvebirin. Bi taybetî dê wek partî çi bikin wek rêze gengeşe tên kirin, wê torek çawa saz bike, ji bo tevdîrên divê hikumet bigire jî pêşniyaz tên kirin. Hat zanîn ku Koordînasyon ji bo metirsiya vîrûsê ya li girtîgehan belav bibe xebatên taybet birêve dibe. 
 
‘EM LI MECLÎSÊ GAVÊN PÊWÎST BIAVÊJIN’
 
Hevberdevkê Komîsyonê Garo Paylan got ji bo gavên werin avêtin tevdîrên hiqûqî, tenduristî û aborî nirxandin e. Paylan destnîşan kir ku ew ê têkildarî ji bo tevdîrên ji niha şûn ve werin girtin daxuyaniyan bidin û wan ji navendê ber bi herêman ve hemû rêxistinbûyîna xwe kiriye. Paylan da zanîn ku wan hemû bernameyên xwe din betal kiriye û got: “Niha di rojeva me de krîza vîrûsê heye. Werin em di çarçoveya vê krîzê de gavan biavêjin. Em li Meclîsê seferber bibin û gavên pêwîst ên yasayî biavêjin.” 
 
ŞAREDARIYÊN HDP’Ê LI DIJÎ VÎRÛSÊ AMADEKARIYÊN XWE DIDOMÎNIN 
 
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar e jî diyar kir ku wan di mijara krîza vîrûsa koronayê de hemû şaredariyên xwe agahdar kirine û li navçe û bajaran dest bi xebatên pêşîgirtina vîrûsê kirine. Kaplan got li cihê qeyûm hatine tayînkirin jî xebatê bi rêxistinên partiya xwe re birêve dibin. 
 
‘METIRSÎ ZÊDE DIBE, TEVDÎR KÊM IN’ 
 
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Samet Mengûç ê ji Polîtîkayên Tenduristî û Civakî Berpirsiyar e jî anî ziman ku talûkeyên vîrûsê her ku diçin zêde dibe û bandorek neyînî nîşan dide û dibe di çend rojên pêş de zêdebûnek ciddî jî çê bibe. Mengûç da zanîn ku divê şertê xebatê yên xebatkarên tenduristiyê werin sererastkirin û divê tevdîrên baş werin girtin. Mengûç got tevdîr û kelûpelên wezareta tenduristiyê gelek kêm in. Mengûç anî ziman ku divê hikumet demildest yasayan rast bike û karmendên ji qada tenduristiyê hatin îxrackirin û xebatkarên li ber tayînkirinê ne hilde kar. Mengûç got ji bo vîrûsê yek ji cihên herî bi xeter girtîgeh in û divê di serî de tevdîrên ji bo girtiyan werin girtin û girtîgeh di vî warî de li benda çareseriyê ne. Mengûç da zanîn ku li dijî vîrûsê ji bo pêdiviyên bingehîn pêwîste ji butçeya giştî wek fonekê were dabînkirin.