Ji hesabê hackkirî yê parlamenterê HDP'ê fezleke amade kirin

img

ENQERE - Derbarê Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan de ji ber parvekirineke hesabê wî medya civakî yê hackkirî fezleke amade kirin. 

Derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan de ji ber parvekirineke wî ya li ser hesabê wî yê Twîtterê ku hatibû hackkirin, fezlekeye destnedayînê hat amadekirin. Fezleke, li ser îxbara "parastina sûc û û sûcdar" ku roja 12'ê çileya 2019'an ku ew Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan re hevdîtin kiriibû de hatiye kirin, hatiye amadekirin. Hesabê twîtterê yê Parlamenter Ocalan roja ku hevdîtin hatibû kirin hatibû destserkirin. Têkildarî desteserkirin Ocalan jî HDP'ê jî daxuyanî dabûn. 
 
Di parvekirina ku bûye mijara fezelekeyê de derbarê tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de angaştên bê bingeh cih girtibûn. 
 
Omer Ocalan, têkildarî fezlekeya li dijî xwe axivî û diyar kir ku amadekirina fezlekeyê bêcidiyeta darazê derdixe holê û li pişt tiştên ku dinivisîne.