Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin

img

ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku ew rûniştina sergirtî ya têkildarî Idlibê ya di Meclîsê de bê lidarxistin şaş dibînin û got: “Bi rûniştina girtî, dixwazin ku mijara Idlibê ji gel veşêrin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, di civîna çapemeniyê ya di Meclîsê de, rojevên heyî nirxandin.
 
Olûç, bal kişand ser rûniştina girtî ya têkildarî Idlibê ya sibê di Meclîsê bê lidarxistin û wiha axivî: “Em vê mijara rûniştina girtî şaş dibînin. Ji xwe diviya bû heya niha Meclîs civîna xwe ya awarte li dar bixista. Lê ev civîn pêk ne anî. NATO kom bû, Yekitiya Ewropayê kom bû, Neteweyên Yekbûyî kom bû, lê TBMM kom nebû û civîn li dar nexist.” 
 
‘MIJARÊ JI GEL VEDIŞÊRIN’
 
Olûç, pirsa gelo çima vê rûniştinê veşartî dikin kir û rexneyên xwe wiha rêz kir: “Hemû tiştên ku Pûtîn û Trûmp dizanîn, gelo çima ji gelên Tirkiyeyê tên veşartin? Gelo çima mijara Idlibê, li ber çavên gel na nirxînin, di pişt deriyan dinirxînin? Tu îzahateke vê yekê tuneye. Em baş dizanîn ku wê di vê rûniştina girtî de, tu agahiyên veşartî parve nekin. Tiştên ku her roj ji rojnamegeran re dibêjin, wê div ê rûniştinê de dûbare bikin. Wê dîsa rexneyên xwe yên li mûxalefetê dûbare bikin. Di rastiyê de bi vê rûniştinê dixwazin  ku mijarê ji gel veşêrin.”
 
BANG LI MÛXALEFETÊ KIR 
 
Olûç, bang li mûxalefetê kir û wiha got: “Tiştê ku mûxalefet dike, desthilatdariyê bi hêz dike. Ev êş, êşên me hemûyane, lê polîtîkayên şaş, ne polîtîkayên me hemûyane. Polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê ne. Ji ber vê yekê divê em polîtîakyên şaş ên desthilatdariyê bi awayekê zelal û pir aşkere nîqaş bikin. Ji bo ku ev polîtîka bên guhertin, divê em raya giştî ava bikin. Ji ber vê em rûniştina girtî weke rûniştina ‘bila dost di bazarê de bibîn in’ dibînin û şaşa dibînin.”
 
'SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKIN' 
 
Orûç, têkildarî vekirina deriyan a Tirkiyeyê ya ji bo penaberan û geşedanên piştî vê yekê jî axivî û ev tişt got: "Wezîrekî jimartinê derketiye ji bo qanihkirina raya giştî ya hundir hejmaran dide û dibêje bû 15 hezar, 30 hezar, 60 hezar û herî dawî got 100 hezar. Çî ye, hejmara penaberên ji welat veqetiyane dide. Penaberan li otobus û wesayîta siwar kirin û şandin ser sînoran. Derewe hejmara penaberên derbas bûne ne 100 hezar in. Ji bo mijûlkirina civakê van hejmaran didin. Wê ev dîmên ku mirovan dikişînin bajarokên Egeyê weke wesîqeya şermê derbasî dîroka Tirkiyeyê bibin. Bi awayekî zelal sûcê mirovahiyê pêk tînin. Em bang li desthilatê dikin ku bi jiyana mirovan nelîzin û bi qaçaxên mirovan re hevkariyê nekin. Şerek nehatiye îlankirin lê şerek heye. Tenê di meha sibatê de 54 ciwan mirin. Desthilata bi polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê xesarek mezin dide welat û civakê."
 
ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ: DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN
 
Orûç, ji bo şewata li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê girtî ye aşkerayî xwest û wiha got: "Ji wê rojê heta niha nayê zanîn ku ji ber çi sedem û di kîjan astê de şewat derketiye. Nayê zanîn ku di serî de Birêz Ocalan û girtiyên din ji şewatê bi bandor bûne ya na. Agahiyên zelal nayên bidestxistin. Em li bendê ne ku rayedara di vê mijarê de bersivên vekirî bidin. Divê demek zûtir gav bên avêtin. Lewre di van rojên zivistan û şilî de derketina şewatê ne tesadûf e. Gumanên micid ên gelê me hene. Darbeya 2'ê Adara 1994'an ku li siyaseta demokratîk a kurd û bi giştî siyaseta demokratîk hat kirin, wê qet neyê jibîrkirin. Encamên vê yekê ji bo Tirkiyeyê gelek giran bûn."