Mêvanan kongreya HDP’ê nirxandin: Peyama ‘hûn nikarin vîna min desteser bikin’ bilind bû

img

ENQRE – Mêvanên beşdarî kongreya HDP’ê bûn dan zanîn ku kongreyê hêviyek mezin afirand û peyama herî grîng jî “vîna gel” bû ku hat dayîn. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4'emîn Kongreya Asayî li Enqereyê bi beşdariyek zêde a xlekê pêk hat. Hat gotin ku 30 hezar kes beşdarî kongreyê bûye û li gel xelkê gelek nivîskar, rewşenbîr, mafnas û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî beşdarî kongreyê bûn. Beşdaran kongreya HDP’ê ji ajansa me re nirxand. 
 
BÎRDAL: BIRYARDARÎ HAT DESTNÎŞANKIRIN 
 
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan Akin Bîrdal da zanîn ku di kongreyê de aştî û demokrasî hat destnîşankirin û got: “Bi ya min tişta herî girîng ew bû ku biryardarî hat destnîşankirin. Me meşa serkeftina azadî, demokrasî û aştiyê dît. Divê bersiva daxwazên hatin kirin were dayîn û dîsa pêvajoyek diyalogê were destpêkirin. Divê dereng nekeve.” 
 
BAŞKAYA: TEQEZ WÊ BIGÎHIJE SERKEFTINÊ
 
Mêvanê kongreyê nivîskar Fîkret Başkaya jî got: “Tevgerek ewqas di bin zextan de hebûna xwe da nîşandan. Li eywanê min germahiya însanên polîtîk bûne dît. Çiqas dixwazin bila zextan bikin lê nikarin daxwaza azadiyê ya vî gelî tune bikin. Li gel hemû zehmetiyan jî wê ji cihê maye bidomîne. Teqez wê bigihîje serkeftinê.” 
 
AKTAŞ: PEYAMA HERÎ XÛRT VÎNA GEL BÛ 
 
Hevseroka Malên Gel Dilşad Aktaş jî diyar kir ku tevî hemû zextan jî kongre bi hêz û coş pêk hat û ev bersiva herî baş ji bo îqtîdarê bû. Aktaş serkeftinê ji HDP’ê re xwest û got: “Peyama herî xurt ku derket pêş vîna gel bû. Yanî vîna gel mohra xwe li kongreyê da û peyama li dijî faşîzmê hat dayîn.” 
 
GURKAN: GEL DA NÎŞANDAN KU QEYÛM NIKARIN VÎNÊ DESTESER BIKIN 
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî behsa atmosfera bi coş a kongreyê kir û got: “Girseyîbûn û coşa kongreyê da nîşandan ku bi qeyûman nikarin vîna gel teslîm bigirin û bişkînin. Di kongreyê de hat nîşandan ku dê ev gel tu demê dest ji daxwaza azad, edalet, wekhevî û aştiyê bernede. Em wek hêzek dostane ji HDP’ê re serkeftin dixwazin.” 
 
ÇÎFTYUREK: DOZA KURD PIR BI HÊZ TÊ 
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek jî wiha got: “Kongreya HDP’ê li gel hemû zext, girtin, zordestî, qeyûm û hemû cûre neheqiyan jî bi hêvî û coşek mezin pêk hat. Gelê me vê peyamê da; hûn nikarin îradeya gelê kurd û siyaseta gelê kurd bi zext, zordestî, tundî û qeyûman asteng bikin. Doza gelê kurd tevî hemû zordariyan jî bi hêz tê û dimeşe.” 
 
BOZGEYÎK: PEYAMÊN DIHATIN XWESTIN HATIN DAYÎN
 
Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî da zanîn ku hêvî û peyamên dihat xwestin hatin dayîn û divê îqtîdar guh bide daxwazên li kongreyê bilind bûn. 
 
ÇALIŞKAN: DIVÊ PARTÎ HEMÛ BERSIVÊ BIDIN DAXWAZAN 
 
Serokê Giştî yê Genel-Îşê Remzî Çalikan jî got: “Coş û peyama gel got divê êdî zextên li ser vîna min bi dawî bibin. Biratî û aştî derket pêş. Divê hemû partiyên siyasî bersiva daxwazên kongreya HDP’ê bi awayek erênî bide.”