Demîrtaş û Yuksekdag peyam şandin kongreya partiya xwe

img

ENQERE – Di kongreya HDP’ê de nameyên hevpar a Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku hevserokên HDP’ê berê bûn hat xwendin. 

Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag peyamek hevpar şandin 4’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe. Di nameya ku bi tirkî hatibû amadekirin de peyama biyardariya têkoşînê hat dayîn û kongreyê pîroz kirin. Di peyamê ev du hevokên kurdî jî hatin dayîn: “Rêya te vekirî, bayê te gur be Partiya Demokratîk a Gelan! An serkeftin an serkeftin.”