Temellî axaftina xwe ya xatirxwestinê kir: Siberoja azad wezîfeya me ye

img

ENQERE - Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî di 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de axivî û bang li her kesî kir ku tevlî tifaqa demokrasiyê bibe û got: "Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya mitleq de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin.''

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di 4'emîn Kongreya Giştî ya Asayî de axaftina xatirxwestinê kir. Temellî dê piştî pêkanîna kongreyê wezîfeya xwe dewrî Mîthat Sancar bike. 
 
Temellî di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser kelecana kongreyê ya li eywanê û got ''Ev coşî, kelecanî ji niha ve gihaye her cihê ku diviya bigihayê. Bawer bin, ev coşiya we, ev dengê we gihaye Imraliyê, Ocalan.''
 
'ŞIKANDINA TECRÎTÊ PEYWIRA ME YA DÎROKÎ YE'
 
Temellî bi berdewamî bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: ''Di van 2 salan de li dijî tecrîda mitleq a li Imraliyê ya li dijî Rêzdar Ocalan, me bedena xwe da ber girêva birçîbûnê. Li dijî tecrîdê me misyona aştiyê ya Rêzdar Ocalan û ramana wî ya demokratîk li her deverê vegot. Her ku me vegot ramanên li ser aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn û cîhanê yên Ocalan li her deverê deng veda. Di serdema nû de jî şikandina tecrîda li Imraliyê û têkoşîna ji bo dahatûya azad peywira me ya dîrokî ye.''
 
Temelîdestnîşan kir ku du salên bihurî wan hewl daye ku bibin layiqî rêça berxwedanê ya bi sedan salan, tirsa tifaqa AKP-MHP'ê li ber wêrekiya HDP'yiyan çok daniye û wiha dewam kir: ''Niha dema wê ye ku em wêrekiyê dîsa veguherînin jiyanê, hêvîyê dîsa geş bikin. Dema wê ye ku em sînorên ku netew-dewletên yek reng danîne ji qedera xwe bavêjin. Niha dema wê ye ku em çareseriya Konfederaliya Demokratîk bi rengê vebijêrkeke girîng diyarî gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bikin. Niha dema wê ye ku em bêhtir rêxistiniya xwe bikin, niha hê bêhtir dema azadiyê ye.''
 
'EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU TEVLÎ TIFAQA DEMOKRASIYÊ BIBIN'
 
Temellî diyar kir ku bi rêxistiniya Rêya Sêyem xilaskirina gelan a ji faşîzma AKP-MHP'ê û avakirina desthilata xwe berpirsyariyeke dîrokî ye, ji bo ku desthilateke demokatîk bidin ber gelên Tirkiyê di serdema nû de wê têkoşîna xwe bidomînin. Temellî vê bangê kir: ''Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji bo ku em demokrasiyê û aştiyê bidin gelan em dibêjin em li ser tifaqa demokrasiyê werin cem hev. Ne ji bo ku em yek zila, navendên wesayetê bikin desthilatdar, ji bo ku em rêgezên xwe bikin desthilat, em bang dikin ku tevlî Tifaqa Demokrasiyê bibin.''
 
Temellî got: ''Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya radîkal de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin. Divê em bi berdewamî demokrasiya xwecih û pergala parlamenter a qeyîmkirî biparêzin''.
 
Temellî herî dawî diyar kir niha dema wê ye ku siyasetê bi rengekî xurtir bigihînin kuçeyan, taxan û meclîsan.