Ji bo Hevserokatiya HDP'ê Buldan û Sancar derketin pêş

img

ENQERE – Amadekariyên Kongreya Mezin a 4'emîn a HDP'ê berdewam dike. Beriya kongreya ku sibê li Enqereyê pêk bê, hat diyar kirin ku ji bo Hevserokatiya HDP'ê navên derketin pêş Pervin Buldan û Mithat Sancar e. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 23'ê Sibatê de li Salona Arena ya  Enqereyê 4'emîn Kongreya Asayî li dar bixin. Tê payin ku ji 26 welatan û 54 nûnerên partiyên siyasî beşdar bibin. Dê gelek peyamên dîmen û nivîskî yên ji welatan bên li salonê bên xwendin. Bi taybetî dê ji welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqa û welatên ewropa gelek nûnerên partiyên siyasî tev li kongreyê bibin. Rêxistina HDP'ê dê sibê bi hişyariya “Em ber bi pêşerojê ve dimeşin" kongreya xwe pêk bînin. Tê payîn ku 30 hezar kes beşdarî kongreyê bibin. Îro ji bo beşdarî kongreyê bibin ji gelek bajar û navendan gel bi otobusan ber bi Enqereyê ve derketin rê. Ji bo çareseriya astengî û pirsgirêkên di kongreyê de derkevin yekîneya Koordînasyona Qeyrana Kongreyê hat avakirin. Fatma Kurtulan, Saruhan Oluç, Mahmut Togrul Mithat Sancar û parêzer jî dinavde gelek kes dê di Navneda Koordinasyona Kongreyê de cihê xwe bigirin û dê raste rast ji bo çareseriyê amade bibin. 
 
Ji bo di kongreyê de alozî û pirsgirêk rû nedin dê li alona kongreya HDP’ê û dervê salonê 400 kes ewlehiyê bistînin. Niha li salonê amadekariyên dawî tên kirin. Dê gelek akademîsyen û rojnameger di kongreyê de cihê xwe bigirin. 
 
Beriya sibê Kongre pêk bê di niqaşên Komîsyona Mutabakata de hat diyar kirin ku tê payin ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Mithat Sancar û Pervin Buldan bên hilbijartin. Komîsyona Mutabakatê dê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin.
 
MA / Berîvan Altan