Demîrtaş bal kişand ser çetebûna di nava dewletê de

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî şopandina Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç wiha got: “Ev bûyer çetebûna di nava dewletê de baş didin nîşandan: Lingê emniyetê, lingê çapemeniyê, lingê darazê û lingê siyasî.” 

 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin bi rêya parêzerên xwe di hesabê xwe yê Twîtterê de twîtan parve kir. Demîrtaş bal kişand ser şopandina wesayîta Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û binçavkirina endamê Meclîsa HDP’ê Yûnûs Dûrdû yê duh hat girtin û wiha got: “Hûn dibêjin ‘Wê çi bibe heyran, li Tirkiyê her roj bêtirîn  bûyerên xeternak naqewimin gelo?’ Wisa nebêjin. Çimkî bûyerên bi vî rengî çetebûna di nava dewletê de baş didin nîşandan: Lingê emniyetê, lingê çapemeniyê, lingê darazê û lingê siyasî.
 
Twîtên Demîrtaş wiha ne: 
 
“* Hûn dibêjin ‘Wê çi bibe heyran, li Tirkiyê her roj bêtirîn  bûyerên xeternak naqewimin gelo?’ Wisa nebêjin. Çimkî bûyerên bi vî rengî çetebûna di nava dewletê de baş didin nîşandan: Lingê emniyetê, lingê çapemeniyê, lingê darazê û lingê siyasî.
 
* Wesayîta parlamenterê me yê Wanê Mûrat Sarisaç bi awayek rêbir disekinîn û xebatkarê me yê çalak ê Meclîsa Partiyê birêz Yûnûs Dûrdû bi awayek dijqanûnî hat revandin û binçavkirin.
 
* Yên vê yekê dikin bi wesayîtek bêplaka tên, nasnameyên xwe jî nîşan nadin û rûyê xwe jî vedişêrin. Wekîlê me vê bûyera xeternak bi vîdeoyê teşhîr kir. Dema teşhîr jî dike qilqaliya wan dest pê dike û ‘teşkîlata nûçeyên derew’ dikeve dewrê. 
 
* Bi operasyonek derûnî ku ji yek navendê tê birêvebirin, hemû medya alîgir dibêje ‘Di wesayîta wekîlê HDP’ê de terorîst’ derket.’ Berdevkên AKP’ê jî heman derewê dikin. 
 
* Li şûna derbarê van kesên sûcê revandina însanan dikin de lêpirsîn were destpêkirin, derbarê wekîlê me de lêpirsîn didin destpêkirin. 
 
* Di siberojê de ji bo pirsên wek ‘lingê van li ku ye?’ nepirsin bi bîra we dixim. Bi hêvî û bextewarî bimînin. Silavê xwe li her kesî dikim.”