HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe

img

AMED – Beriya 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê li Amedê dê konferansa du roj bidome were lidarxistin. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di meha sibatê de 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Beriya kongreyê Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi dirûşma “Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin, faşîzmê têk bibin” dê di 19 û 20’ê kanûnê de konferansa du rojan li dar bixe. 
 
Endama Meclîsa HDP’ê Rabî Tekas armanca naveroka konferansê wek “Pêwîste em pratîka rêxistinbûyîna xwe li qadê bidin nîşandan” eşkere kir. 
 
‘EM JI CIVAKÊ RE PÊŞENGIYÊ BIKIN’ 
 
Tekas anî ziman ku di 19’ê knûnê de bi beşdariya jinan û di 20’ê kanûnê de jî bi beşdariya hemû pêkhateyan dê konferansê li dar bixin û got: “Em ê tenê ne pêvajoyên kongreyê, em di ronahiya xebatên qada siyaseta demokratîk a 30 salan û beriya wê tecrûbeya siyasî birêve dibin. Ji ber vê yekê jî rêxistina me ya jinan a rêxistinkirî heye. Di kongreyên me de bêyî nûnertiya jinan nabe. Ji bo di kongreyê de nûnertiya jinan hebe hin xebat hatine kirin. Em xwedî wê rol û mîsyonê ne ku ji civakê re pêşengiyê bikin.” 
 
DÊ ENCAMÊN KONFERANSÊ BIBIN KONGREYÊ 
 
Tekas da zanîn ku ew ê di konferansa xwe ya du rojan de nîqaşên girîng birêve bibin û encama konferansê veguhezînin kongreyê. 
 
Konferansa dê li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP’ê ya Amedê bê lidarxistin.