Unsal: Wê partiyên nû di AKP'ê de bibin sedema veqetînên mezin

img

STENBOL –  Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser partiyên ku dê Ahmet Davûtoglû û Alî Babacan ava bikin û got, wê ev partî di nav AKP'ê de bibe sedema veqetîneke mezin. Her wiha Unsal, got: "Heger ev her du partî nebin cihê sînerjiyekê jî wisa xuyaye wê yekûna dengê her duyan ji sedî 10 be. Gava parlementer û hilbijêr vê yekê bibînin û bibînin AKP nabe îktîdar, wê dev ji AKP'ê berdin." 

Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, îstifayên di AKP'ê de diqewimin û partiyên ku dê Ahmet Davûtoglû û Alî Babacan ava bikin nirxandin. 
 
Unsal, anî ziman ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an di nav AKP'ê de fikr û dîtinên cuda çê bûn û got, piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû xwestiye bi partiyên di meclîsê re koalîsyonekê çê bike. Unsal, destnîşan kir ku lê belê destûr nehatiye dayîn û got: "Wê demê nerazîbûn pir hebûn, lê belê dîsa jî bêdeng man. Beriya hilbijartinê û piştî bûyerên Berxwedana Geziyê Bulent Arinç bia wayekî şexsî tev geriya. Lê belê liberrabûnên girîng piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê rû dan. Ev liberrabûn û nerazîbûn ji raya giştî dûr bûn û di nav AKP'ê de pêk hatin." 
 
SEDEMA VEQETÎNAN 
 
Unsal, anî ziman ku ji ber ku ev nerazîbûnên di nav AKP'ê de nehatin helkirin, Ahmet Davûtoglû û Alî Babacan daxuyandin ku dê partiyên nû ava bikin. Unsal, diyar kir ku ev ne tiştekî nû bû, ev ji ber nerazîbûnên ku 4 sal in dewam dikirin çê bû. Unsal, destnîşan kir ku ev partiyên nû ku dê bên avakirin ji ber neçareserkirinê ye û got: "Parlementer di nav xwe de nerazîbûn û pirsgirêkên di nav AKP'ê de nîqaş dikin, lê tenê di nav xwe de. Nexasim jî dizanim qet ji bêhiqûqîtiya bi Rewşa Awarte re rû da nerazî ne. Gava ev nerazîbûn tên bilêvkirin û li ser zemînekê venaguherin polîtîkayekê, dibin sedema veqetînan. Herî dawî Mûstafa Yeneroglû ji ber van sedeman îstifa kir. Lê ev veqetîn ne suprîz bûn, wextê wan hatibû û derbas jî bûbû." 
 
‘WÊ PARTIYÊN NÛ BIBIN SEDEMA VEQETÎNAN' 
 
Unsal, destnîşan kir ku veqetînên ji AKP'ê bûne sedema avakirina du partiyan û got: "Davûtoglû serokê giştî yê duyemîn bû û serokwezîrtî jî kiriye. Alî Babacan jî yek ji serkeftirîn wezîrê hikûmeta AKP'ê bû. Her du kes jî xurt in. Bi qasî lêkolînên di raya giştî de hatine kirin, tabaneke her du kesan jî heye. Wê bi avakirina van her du partiyam re hin kes ji AKP'ê veqetin û wê ev nebe suprîz. Cihgirtina parlementerên heyî û yên berê ya di nav van partiyan de wê nebe suprîz. Ez van tiştên dibêjim jî dispêrim lêkolînên di raya giştî de hatine kirin." 
 
‘GAVA AKP WINDA BIKE WÊ DERDORA WÊ VALA BIBE' 
 
Unsal, destnîşan kir ku nakokiyên di nav AKP'ê de cara ewil piştî hilbijartina herêmî li ber çavê raya giştî hatine nîqaşkirin û got: "Hilbijêr jî bûn şahidên van nîqaşan. Lê hilbijêr, ji ber ku partiyeke alternatîf nedîtine pir ke sjê veneqeiyan. Lê belê niha hin kesên xurt ên ji AKP'ê veqetiyane hewl didin partiyên nû ava bikin. Ev jî tê wateya ku rê li ber hilbijêran tê xistin. Wê ev rewş bibe sedema qelsbûyîna AKP'ê. Me di hilbijartina serokomariyê de dît ku bê rêjeyeke ji sedî 1 çi qas girîng bû. Loma wê ev rêje pir girîng bin. Û wê bibin sedema encamên girîng. Sedema bidawîkirina pêvajoya aştiyê jî ew bû ku AKP ji îktîdarê ketibû. Ji bo vê windakirinê hat gotin ku derdorên netewperest di pêvajoya aştiyê de deng nedane AKP'ê. Heger ev her du partî nebin cihê sînerjiyekê jî wisa xuyaye wê yekûna dengê her duyan ji sedî 10 be. Gava parlementer û hilbijêr vê yekê bibînin û bibînin AKP nabe îktîdar, wê dev ji AKP'ê berdin û wê derdora wê vala bibe." 
 
MA / Nacî Kaya – Erdogan Alayûmat