Temellî: Ji tifaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku êrîşên li dijî partiya wan her ku diçe zêde dibe û got: “Hûn nikarin me têk bibin. Em tu carî gavan paşve navêjin." Temellî, anî ziman ku îQtîdara AKP-MHP'ê êdî di qada siyasî û aborî de nikare welat bi rêve bibe û got: "Ji bo siyaseta Demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk êdî hilbijartina pêşwext lazim e. Ji ber vê yekê ji îtîfaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e. " 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de geşedanên di nava hefteyê de nirxandin. Di civînê de dayik û malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê derxistine û birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, li salonê amade bûn. Temellî ewil yek ji pêşengê THKO Teslîm  Tore yê li Penaberiyê jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got: "Em bi hurmetî bejna xwe li ber têkoşîna wî ditewînin." 
 
Temellî, bal kişand tundiya polîsan a li dijî çalakiya jinên bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya  li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ku li Taksimê pêk anîn û got: "Jin di çarçoveya 25'ê mijdarê de hatin cem hev. Polîsan dîsa bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kirin. Di roja têkoşîna li dijî tundiyê de dîsa tundiya polîsan a li ser jinan hebû. Li şûna cînayetên 350 jinan asteng bikin, êrîşa li ser jinan berdewam dikin. Mêrê Serdest ku çavkaniya siyaseta tundiyê ye, carek din xwe nişan da. Ev hikûmet di tu mijarê de ne ji dil e. Vê îqtîdarê hişmendiya tundiya li dijî jnê ya di serê xwe de mezin kiriye. 
 
CENAZE JI GORISTAXA XERZANÊ DERXISTIN LI GORA BÊKESAN DEFIN KIRIN
 
Temellî, bal kişand ser cenazeyên endamên PKK'ê yên ku eskeran bi fermana dozgeriyê di 19'ê Kanûna 2017'an de ji Goristana Xerzan a Bedlisê derwistin jî û wiha got: "Cenaze birin li Goristana Bêkesan a Kilyosê defin kirin. ÎQtîdara AKP'ê bûye hikûmeta ku dest datîne ser cenazeyan, goristanan bombe dike, êrîşî darbestan dike. Hestiyan nadin malbatan, bedenên mirî nadin malbatan. Ev ji bo malbatan îşkenceya herî mezin e. Em vê tundiyê qebûl nakin." 
 
LI GIRTÎGEHAN ÎŞKENCE HEYE
 
Temellî, bal kişand ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Osmaniye yên ku ji ber mafê wan tê binpêkirin û ketina greva birçîbûnê û got:  "Ji gelek girtîgehan heman agahî tên. Li girtîgehan îşkence heye. Em bang li Wezîrê Dadê dikin. Divê bila bi lez çareseriyê pêş bixin. 
 
Her roj agahiyên trajedîk ji Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê tên. di demên dawî de reklama SÎHA dikin. Xizmê Qesrê SÎHA ava dikin. Wekîlê AKP'ê yê berê TOMA ava dikin. Hemû xizên Erdogan û Qesrê siyaseta şer û bazirganiya şer dikin. Ev lobiya şer e. Hemû hişmendiya nijadî û xwecihî di encama Bakurê sûriyeyê de pêş xistin. Em ji van kesên ku Erdogan pesnê wan didin re dibêjin Bermahiyên DAIŞ û El Kaideyê. OSO ji van kesan hatiye avakirin. 
 
ÊRÎŞA LI DIJÎ HDP'Ê SÎNOR DERBAS KIRINE
 
Temellî, bal kişand ser operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP'ê û destnişan kir ku bi van girtin û binçavkirinan dixwazin HDP'ê bê tesîr bikin. Temellî, bal kişand ser girtinên rêveberên HDP'a dîlokê û destnîşan kir ku bi van girtinan nikarin wan ji têkoşîna wan dûr bixin û tu carî gavan paşve navêjin. 
 
 
Temellî, bal kişand ser rewşa mamosteyan û got: "Di roja mamosteyan de bi hezaran mamoste nehatine tayînkirin. Bi hezaran mamoste li benda tayînkirinê ne. Mamoste ji bo mafê xwe yê xweserk li benda başkirina zagonan in. Dema rewşa mamosteyan wisa be, Erdogan ji bo Qesra xwe bi 300 hezar tl xalî distîne." 
 
Temellî, helwesta Erdogan a der barê teqawîtan de rexne kir û anî ziman ku denê li gorî rewşa xwe difiker. Temellî, da zanîn ku Erdogan hem meaşê teqawîtê distîne û hem jî meaşê Serokomariyê distîne û got: "Li Tirkiye hem xizanî hem betalî û hem jî calên tarî zêde bûne Erdogan kesên betal wekî betal nabîne. Dibêje kesên li kar dikerin zêde bûne ji ber vê yekê betalî zêde bûye. Li gorî daneyên fermî 500 hezar xwendekarên zanîngehê deyndan in. Hikûmet kesên li kar digerin wekî terorîst pênase dikin. Dema kesên li kar digerin der barê wan de doz vebe qet şaş nebin."  
 
ÊDÎ BES E 
 
Temellî, ji bo kesên piştgirî dan deklerasyona wan jî spasiya xwe anî ziman û got: "Ev belgeya me ya helwestê pir girîng e. Kesên piştgirî dan me jî pir girîng in.  Berxwedana me dê bidome. Em tu kozikan ji dest bernadin. Em dê îktîdara yek perest teşîr bikin. Ji bo ev îktîdara nikare di qada aborî û siyasî de bi rêve bibe divê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê me hilbijartina pêşwext xwest. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe em ji îtîfaqa AKP-MHP'ê re dibêjin êdî bes e.  Em carek din banga hilbijartina pêşwext dikin. Ji bo siyaseda demokratîk em carek din banga hilbijartina pêşwext dikin. Em dê welatê demokrasîk û siyaseta demokratîk bi hevre ava bikin."