Leyla Guven: Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe ji dest bidine me

img
ENQERE – Peyama Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di komcivîna partiya wê de hat xwendin. Guven di peyama xwe de wiha got: “Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe dest bidine me." 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 20 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Guven peyam şand komcivîna heftane ya partiya xwe û peyam hat xwendin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di komcivînê de axivî peyama Guven xwend. 
 
Peyama Guven wiha ye: “Ez bi rihê berxwedana Zîndana Amedê we hemû bi rêzdarî silav dikim. 
 
"Vê erdnîgariya qedîm dergûşiyê ji zayîna mirovahiyê re kiriye. Em dizanin ku înşakirina pergalek bi hev re jiyankirin û hemû reng dikarin li ser vê axêbijîn. Em dizanin ku pergalên destilatdariya heyî tenê ji xwediyên xwe re xizmetê dikin. Ev pergalek bi şer û hilweşandinê li ser piya ye. Ji ber vê yekê hemû hesab û têkiliyên berjwendiyê dewam dikin. Ji bo cîhanek bêşer û bêmêtinger pêwîstî bêtir bi têkoşînê heye. Li ser vê bingehê divê mirov berxwedanê ji xwe re esas bigirin. Ez wek lêgerînera heqîqetê li dijî tecrîda li Îmraliyê derdikevim. 
 
Sedemê herî mezin ê neçareserkirina pirsgirêka kurd alozî û krîza heyî ne. Aliyên çareseriya pirsgirêkên ji nedîtî te ve tên. Birêz Ocalan ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd di nava hewldanên mezin de ye. Pêşniyarên çareseriyê û ramanên birêz Ocalan tenê ne ji bo pirsgirêka kurd di heman demê de ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelên cîhanê perspektîfek girîng e. 
 
Kevirê bingehîn ê hesreta aştiyek mayînde ya înşakirinê Netewa Demokratîk û Pergala Konfederal a Demokratîk e. Bi tecrîdkirina birêz Ocalan jî dixwazin vê heqîqetê ji civakê veşêrin. 
 
Dîroka mirovahiyê bi mînakên wiha tije ne. Lêgerînerê heqîqetê û parazvanê wê di vê oxirê de gelek medelan dane. Ji ber vê yekê pêkanînên di roja me ya yên dişibin hev ji berê xerabtir bûye. Bi pergala taybet tecrîdkirina birêz Ocalan nîşaneya zîhniyeta dinyayê ye. 
 
Çalakiya min bi vîna xwe ya azad dest pê kir di roja 20’emîn de ye. Ji ber ku ez li dijî sûcê mirovahiyê tiştek wiha dikim bi aram im. Ev daxwaza min daxwaza bi milyonan e. Hemû çalakiyên bi piştevaniya çalakiya min watedar in û bi nirx in. Di şexsê Dayikên Aştiyê û Şemiyê de destê hemû dayikan radimîsim. 
 
Ez di wê ferqê de me rojên aştiya mayînde ya li ser vê axê nêz in. Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe dest bidine me."