Kurtulan: Leyla Guven hestiyarek civakî înşa kir

img
ENQERE – Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 19 roj e di greva birçîbûnê de ye hestiyariyek civakî înşa kiriye û got: “Ji bo pirsgirêkek jiyanî ya Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ye.” 
 
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan li Meclîsê têkildarî rojevê axivî û nirxandinan kir. 
 
‘BILA MECLÎS GUH BIDE DAXWAZA LEYLA GUVEN’ 
 
Kurtulan çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di roja 19’emîn de didome bi bîr xist û got: Çalakiya Birêz Guven hem di rojeva jinan û hem jî di rojeva HDP’ê de ye. Girtina birêz Guven li dijî makeqanûnê ye. Hevala me Leyla Guven ji bo  pirsgirêkek jiyanî ya Tirkiyeyê ketiye greva birçîbûnê. Leyla Guven bi çalakiya xwe hestiyariya înşakirina civakî ava kiriye. Çalakiya wê ji bo tesîsa aştî û edaletê ye. Çimkî Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Bi destpêkirina tecrîdê re Tirkiye her ku çû ber bi xerabûnê ve çû. Em dixwazin Serokatiya Meclîsê çalakî û daxwaza Guven bigire rojeva xwe û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd bê rakirin.” 
 
'DIVÊ BIRYARA DMME’Ê DEMILDEST PÊK BÊ’ 
 
Kurtulan bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) a ji bo berdana Hevsrokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û xwest Tirkiye biryara DMME’ê demildest bixe meriyete û pêk bîne. Kurtulan anî ziman ku butçeya Tirkiyeyê lazimbû bêtir ji bo îstîhdamê û demokrasiya Tirkiyeyê xizmet bike lê hin bêtir mirovan feqîr kir. Kurtulan got ev butçe ne butçeyek pêdiviyê Tirkiyeyê pêk tên û berevajî vê ev butçe destê alîgirên AKP’ê xûrt dike. 
 
'EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’ 
 
Kurtulan bal kişand ser pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî HDP’ê didome jî û got: “Bila bloka faşîst a AKP û MHP’ê baş dizanibe wê HDP li dijî van êrîşan û girtinan bêzar nebe û serê xwe netewîne.” 
 
'QÎRÎNA JINAN BÛ DERS’ 
 
Kurtulan bal kişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî û got: “Derketina qadan û qîrîna jinan carek din li dijî şideta zilam-desthilatdarî û polîtîkaya AKP’ê ya şidetê bû ders.”  
 
'WÊ DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVA AKP’Ê BÊ DAYÎN’ 
 
Kurtulan bal kişand ser amadekariyên hilbijartina herêmî jî û got: “Erdogan 40 namzetê xwe aşkere kir. Tenê namzetek jin heye. Du qeyûman jî kir namzet. Erdogan dîrektîfa ‘hin bêtir nelirêtiyê bikin û vîna gel xesp bikin’ da. Çi dikin bila bikin dê HDP li gel van hemû zextan jî bersivek xûrt di hilbijartinê de bide û dê qadên têkoşînê jî bersiva AKP’ê bidin.”