Li Mêrdîn û Dersimê starta hilbijartinê hat dayîn

img

DERSIM / MÊRDÎN – Rêxistinên HDP'ê yên Dersim û Mêrdînê startên hilbijartina herêmî dan. Di daxuyaniyên HDP'ê de hat gotin ew ê di 31'ê Adarê de hesab bixwazin û şaredariyên xwe paş ve bigirin. 

 
Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Dersimê têkildarî hilbijartina herêmî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. HDP’ê bi vê civînê starta hilbijartinê da. Bi beşdariya rêveber û endaman civîn pêk hat. Piştî civînê Hevserokê HDP’a Dersimê Hidir Çîçek daxuyanî da û diyar kir ku hilbijartin ji bo welêt girîng û dîrokî ye û ji bo jiyandina hemû rengên vê erdnîgariyê di destê wan de ye. 
 
‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE PAŞ VE BISTÎNIN’ 
 
Çîçek da zanîn ku li dijî yekperestiyê navnîşana têkoşîn dayîna hemû rengan HDP ye û got: “Em ê di 31’ê Adarê de dawî li pêkanînên qeyûm ên antîdemokratîk bînin. Qeyûman şaredarî xesp kiriye û adeta dagir kirine û veguherandine biryargehan. Em ê şaredariyê xwe paş ve bistînin. Van bajarên me bi remzên faşîst hatine xemilandin, em ê dîsa ji nû ve bi pir çandê ava bikin. Ji Cîzreyê heta Edîrneyê û ji Mêrsînê heta Rîzeyê em deng û nûnerên bindestan e. Em ê demokrasiya herêmî ya xwerêvebirinê gav bi gav li tevahiya welêt belav bikin.” 
 
Çîçek anî ziman ku ev hilbijartin rêya “ya demokrasî û ya jî faşîzm” dide pêşiya wan û got: “Ez bang li hemû kesên alîgirên rêya demokrasiyê ne û hemû hêz û civakan dikin kul i dijî faşîmzê hev bigirin.” 
 
MERDÎN 
 
Rêxistina HDPê ya Bajêr a Mêrdînê jî li Parka Karayollari ji bo starta hilbijartinê daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Pero Dundar û Ebru Gunay, aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP û DBP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar daxuyanî da û bang li hemû gelan kir ku di bin sîwana HDP'ê de bigîhîjin hev û li dijî zilm û zextan derkevin. 
 
Ali Sîncar di daxuyaniyê de wiha got:"Hilbijartinên herêmî ku di 31’ê Adara 2019’an de ê pêk bê ji bo tevahiya welat dîrokek girîng e. Divê em vê pêvajoya dijwar biguherînin û li ser esasên pirrengiyê hemû gelan di bin sîwana wekheviyê de kom bikin."
 
Di dawiyê de Alî bang li hemû kesî kir ku hêza xwe bikin yek û hesabê hemû zextan bipirsin.