Nûnerên partiyên siyasî: Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye

img

STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku piştî biryara DMME ya ji bo Demîrtaş û dewama girtina wî wek biryarek “siyasî” nirxandin û gotin piştî gotinên Erdogan Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye. 

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) der barê Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryar da û xwest demildest bê berdan. Piştî biryarê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got divê ew biryarê bibînin. Serokomar Tayyîm Erdogan jî got “Ev biryar me eleqedar nake û DMME jî hezkiriyê terorîsan e.” 
 
Nûnerên partiyên siyasî yên muxalîf biryar û daxuyaniyên Erdogan nirxandin. 
 
‘TIRKIYE JI DEWLETA HIQÛQÊ DERKETIYE’ 
 
Seroka Giştî ya Partiya Emekê Selma Gurkan da zanîn ku piştî biryara DMME’yê daxuyaniyên Erdogan siyasî ne û carek din Erdogfan da nîşandan ku girtina Demîrtaş siyasî bidome. Gurkan destnîşan kir ku piştî biryara DMME’yê û daxuyaniyên Erdogan Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye. 
 
‘NÎŞANEYA BÊEDALETIYÊ YE’ 
 
Hevserokê Malêngel Nurî Gunay jî diyar kir ku girtina hilbijêran bi biryara DMME’yê re tescîlkirin û piştî biryara DMME’yê ne berdana Demîrtaş a ji aliyê desthilatdariya siyasî ve nîşaneya bêedaletiyê ye. 
 
‘BÊHIQÛQÎ XWE RADIXE BER ÇAVAN’ 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Ji Nûve Avakirina Soyalîst (SYKP) Cavît Ugur jî bi bîr xist ku hevserok, parlamenter, hevşaredar û rêveber û endamên HDP’ê di çarçoveya biryarên siyasî de hatine girtin û nenasîna biryara DMME’yê ya Tirkiyeyê carek din bêhiqûqiyê radixe ber çavan. Ugur got Tirkiye hiqûq û Dadgeha Destûra Bingehîn a navxweyî jî nas nake û binpê dike.