Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên

img

AMED - Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî êrîşên li hemberî Kobanî û Girê Spî tên kirin dan. Mizrakli, diyar kir ku Tirkiye li hêlekê dişewite li hêla din jî gefan dixwe û got: "Tiştên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên." 

Di 29'ê Cotmehê de li Stenbolê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li hev civiyanç Piştî vê civîna çaralî, Tirkiyeyê bi topan êrîşî Kobanî û Girê Spî kir. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrak ev yek nirxand. 
 
Mizrakli, destnîşan kir ku Kobanî bajereke ku mohra xwe li sedsala 21'emîn xistiye û got: "Êrîşên li Koabniyê tên kirin êrîşên li hemberî jiyana wekhev, azadîxwaz, aştiyane û jiyana bi hev re ne." Mizrakli, bilêv kir ku li Rojhilata Navîn dibe îtifaq di navbera hêzên navnetewî de çêbibe û welatên li civîna çaralî li hev civiyan ji bo berjewendiyên xwe li tev digerin. Mizrakli, destnîşan kir ku hevdîtinên ku dînamîkên herêmî daxilî wan nebin dê bi ser nekevin û got: "Hin peymanên ku li hin deveran tên çêkirin, miheqeq roja wê bê dê berteref bibin. Wêneyak dan der, lê belê hêzên herêmî di wî wêneyî de tune ne. Ev wêneyê ku hêzên herêmî ne tê de ye, wê tim wêneyekî nîvcomayî be û wê bi vî rengî li dîrokê bê tomarkirin." 
 
‘WÊ GEF BIBIN SEDEMA PEVÇÛNAN' 
 
Mizrakli, diyar kir ku Tirkiye di orta agirê li Rojhilata Navîn e û got: "Tirkiye li hêlekê dişewite, li hêla din gefan dixwe. Ger ev gef dewam bikin dê bibe sedema pevçûnan. Ev rewş bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayê. Di pêvajoyeke wisa de pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye." 
 
‘HÛN Ê ŞELMAQA DÎROKÊ LI NAV ÇAVÊ XWE BIBÎNIN' 
 
Mizrakli, anî ziman ku piştî Tirkiye bi topan êrîşî herêmê kir, DAIŞ'ê dîsa dest bi êrîşên xwe kir û got: "Ger hûn derî rastiya herêmê û demê tev bigerin, wê rojê bê hûn ê sîleya dîrokê li nav çavê xwe bibînin. Ger hûn wekî xortê cirnexweş ê derdorê cirnxweşiyê bikin, hûn ê xwe li cihekî din bibînin. Divê welatekî wekî Tirkiyeyê hemû derfetên xwe ji bo îstikarar, çareserî, aştiyê û bihevrebûnê bi kar bîne." 
 
Mizrakli, diyar kir ku hêzên navnetewî jî li hember evan êrîşan xwe li bêdengiyê danîne û got: "Divê hêzên navnetewî ne ji bo xirabiyê, ji bo rastî û başiyê tev bigerin." 
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç