Encamnameya Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk aşkere bû

img
AMED - “Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn” ku du rojan li Amedê pêk hat bi dawî bû. Siyasetmedaran piştî niqaşa 2 rojan encamnameya konferansê parve kirin. Di encamnameyê de diyar kirin ku ji bo li Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêş bikeve divê berî her tiştî şertên ku Ocalan azad xebatê bike bê avakirin û ji bo çareseriya pirsgireka kurd a mayinde Yekîtiya Neteweya Kurd teqez bê avakirin. 
 
"Konfransa Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn” a li ser banga siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Salona Konferansê ya Demîr Otel a navçeya Sûra Amedê piştî niqaşên 2 rojan bi dawî bû. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaogl, Siyasetdarê Kurd Ahmet Turk, Aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd (TJA), nûnerên partiyên Kurd, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîstên aştiyê beşdarî konferansê bûn. Pişti niqaşên 2 rojan pêşniyar û nirxandinên hatin kirin bi encannameyekê bi raya giştî re hat parvekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Berê Ertugrul Kurkçu encamname xwen û bi raya giştî re parve kir. Di konferansê de siyasetmedar, nûneren rêxistinên demokratîk, nûnerên kongreyên demokratîk û partiyên siyasî, akademisyen, zanyar, nivîskar, rûsipî, nûnerên rêxistinên ked, jin, ekolojî û ciwanan, rojnameger û gelek kesên din jî di navne nêzî 200 kes amade bûn. Kurkçu, diyar kir ku ew herî zêde li ser pirsên "Divê çi bê kirin, çawa bê kirin, ji ku bê destpêkirin?" niqaş kirine. 
Kurkçu, encamname parve  kir û wiha got: "Di konferansê de “Şerê modern ên li Rojhilata Navîn û encamê pêkan", “Pergala tecrida Îmraliyê û polîtika hiqûqê", “Li Tirkiyeyê, piştgiriyên komkujiyên faşîzma xwe dike sazî" û “Çareseriya  derketina ji kirêzê" hat niqaşkirin. Li ser şerê li rojhilata Navîn ku xwe dispêre Neteweya Kapitalîst û çareriya wê ya rêbazê Modernîneta Demokratîk nihaq pêş ketin. 
 
Pergala Modernîteya Kapîtalîst di encama krîzê de kaosê ava dike. Ev kaos li herema me dibe şer û li me vedigere. Di milê politik, aborî, ekolojik, civakî, jin û ciwanan de di gelek qadan de bi xwe re talankirinek mezin ava dike. Sedema kaosa heyî krîza netew dewlet a li Rojhilata Navîn kur dibe ye. Çareseriya vê yekê jî vîna gelê herêmê ye. Çareserî bi dest û vîna gel pêkan e. 
 
PÊŞEROJA TIRKIYE TECRÎR DIKIN
 
Çareseriya krîza li Rojhilata Navîn di çareseriya pirsgirêka kurd re derbas dibe. Ev jî bi rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Li dijî Birêz Ocalan wekî ku tolê hilînin nêzîkatiyek hatiye pêşxistin. Tecrîdkirina Brêz Ocalan ku her dem ji bo çareserî û aştiyê têdikoşe tu carî nayê qebûlkirin. Konferansa me diyar dike ku pergala  tecrîdkirina li Îmraliyê bi xwe re Tirkiye jî tecrîd dike û pergala hiqûqê û pêşeroja demokratîk jî dixe bin tecrîdê. Tecrîdkirina Birêz Ocalan xizmeta sazîbûna faşizmê dike. Encama tecrîdkirina Birêz Ocalan bandora xwe li Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava jî dike. Ji ber vê tecrîdê gelê herêmê bedelên giran didin. 
 
LI DIJÎ ZÎRVEYA ÇARALÎ ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK A OCALAN E
 
Konferansa me bal kişand ser zîrveya çar alî ku li Stenbolê di navbera Turkiye, Fransa, Rusya û Almanyayê de pêk hat û tespît kir ku zîrveya 4 alî bêtir krîzê kûr dike. Birêz Ocalan li dijî kriza ku hêzên hegomanîk xurt dike aştiya gelan û yekîtiya gelan a demokratîk pêşniyar dike. Birez Ocalan li ser vê esasê Çareseriya Neteweya Demokratîk esas digire. Krîza li Rojhilata Navîn û şer bêtir li dijî aştî û demokratîkbûna gelan pêş dikeve. Ji ber vê yekê Konferansa me Rola Birêz Ocalan pir girîng dibîne. Çareseriyê teqez di rakirina tecrîdkirina Ocalan de dibine. şertên azad ên ku Birêz Ocalan karibe çareseriyê pêş bixebite mecbûrî dibîne. 
 
Biryarên ku di konferansê de hatin girtin wina ne: 
 
 “* Konferansa me, çareseriya demokratîk û aştiya ku bi vina gel pêş bikeve û xwe dispêre vîna gelên Rojhilata Navîn rast dibîne. 
 
* Krîmînalîzekirina li dijî aktor û rêxistinên çareserkirina pirsgirêka kurd red dike. 
 
* Ji bo li Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêş bikeve divê berî her tiştî şertên ku Ocalan azad xebatê bike bê avakirin. 
 
* Ji bo çareseriya pirsgireka kurd a mayinde pêwiste Yekîtiya Neteweya Kurd teqez bê avakirin. 
 
* Konferansa me bang li hemû aktorên kurd ên politik dike ku ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweya Kurd kom bibin. 
 
* Ji bo krîz di lehê gelan de pêş bikeve û faşizmê bi şûnde bixe, avakirina eniya Yekîtiya Demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn rast dibîne û pêşniyar dike. 
 
* Konferansa me, zayendîperesta li diji têkoşîna azadiya jinê tê avakirin, tenê wekî pirsgirêka jinê nabîne, li dijî zayendîperestiyê bang li hemû rêxistinên demokratîk dike ku li dijî zayendîperestiyê têbikoşe. "