Konferansa Amedê pêk hat: Divê pêvajoyek nû bi Ocalan re bê destpêkirin

img

AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di “Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn” de axivî û got: “Divê tecrîta li Îmraliyê bê rakirin û pêvajoyek nû bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dest pê kirin.” 

Konfransa “Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn” a li ser banga siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Salona Konferansê ya Demîr Otel a navçeya Sûra Amedê dest pê kir. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaogl, Siyasetdarê Kurd Ahmet Turk, Aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd (TJA), nûnerên partiyên Kurd, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîstên aştiyê beşdarî konferansê bûn. 
 
PERSPEKTÎFÊN ÇARESERIYÊN CUDA 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, dest pê kê di konferansê de axivî û bal kişand ser zîveya çar alî ya îro li Stenbolê dinavbera Rûsya, Elmanya, Fransa û Tirkiyeyê bê lidarxistin. Buldan, diyar kir ku li Stenbolê dê di zîrveya çar alî de bên gelhev û wiha got: “En jî ji bo pêşeroja xwe, li vê derê bi perspektîfên cuda li hev kom bûne. Di dawiya civînê de, em ê nêrînên xwe yên derbarê pêşketinên Sûriye û Rojhilata Navîn de bi raya giştî re parve bikin. Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê ye. Navenda gelan, baweriyan, nasnameyan û çandên cuda ye. Ev erdnîgarî tim kirine qada şer û geşedanên dinavbera gelan. Dixwazin çand û hafizeya vê erdnîgariyê tune bikin. Dixwazin hemû nirxên mirovahiyê li ser vê erdnîgariyê tune bikin.  Sînorên ku hatine xêzkirin, rê li pêşiya cudakariyên mezin vekir. Bi van sînorên ku dagirkeya gelan û baweriyan esas digirin, Tirkiyey xistine avana kaosek mezin.”
 
QEDRA AMED Û MAHABAD 
 
Buldan, anî ziman ku netew-dewlet herî zêde li ser erdnîgeriya Kurdan tê ferzkirin û wiha bilêv kir: “Ger em dixwazin Rojhilata Navîn bê fêmkirin, divê em li nêzîkatiyên dewletan ên li herêmên Kurdan mêze bikin. Berî her tiştî divê polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd tên ferzkirin bên dîtin. Hişmendiyeke ku li ser binpêkirin û perçiqandinê hatiye avakirin. Polîtîkayên înkar û redkirinê yên Tirkiyeyê tenê bi sînorên Tirkiyeyê re sînordar namînin, heya Sûriye û Rojava jî diçin. A rastîn, qedera Amedê çibe, ya Mahabat jî ewe û ya Kobanê çibe ya Kerkukê jî ew e. Polîtikayên êrîş û tunekirin heta bêje hatine berfireh kirin. Li gel van hemû êrîşan jî gelê Kurd dê tu carî dest ji parastina xwe ya rewa bernede. Ji ber vê pêvajoyeke çareseriyê hem ji Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn, dê gelek watedar be. 
 
PERSPERKTÎFÊN OCALAN ÊN DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ 
 
Buldan di dewama axaftina xwe de wiha  got: “Perspektîfên Birêz Ocalan ên ji bo aştî û pêvajoya çareseriyê, ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhalata Navîn derbas dare. Lê piştî 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoya çareseriyê ji holê hat rakirin. Bi vê re deriye Îmraliyê kîlît kirin û tecrîtek giran danîn ser Ocalan. Lê ne di ferqêdene ku êdî perspektîfên Ocalan li tevahiya Rojhilata Navîn jiyanî bûne. Divê pêvajoya aştiyê ji nû de bê destpêkirin û tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Pêwîste ku Ocalan beşdarî vê pêvajoyê bibe.” 
 
QEDERA GELÊ KURD BI OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE
 
Buldan, dest nîşan kir ku pirsgirêka herî sereke tîfaqa neteweya gelê Kurd û wiha pê de çû: “Ger gelê Kurd hatibana gel hev, evqas binpêkirinên mafan nedihat jiyîn û evqas mirovan jiyana xwe ji dest ne didan.  Hemû hêzên hegemonik li dijî gelê Kurd pir bi rehetî tên gel heve. Lê Kurd li dijî van polîtîkayan tim ji hevdu cuda disekinin. Divê neyê ji bîr kirin ku li Rojhilata Navîn qedera hemû Kurdan bi Birêz Ocalan ev girêdayî ye. Hemû pêşketinên roja îro qewimîn Birêz Ocalan mafdar derxistin. Bi tecrîta li ser Ocalan armanca dikin ku aştiya herêmî bi dawî bînin û çiyayê li hemberî hêzên hegemonîk ên li herêmê rabikin.  Lê bila zanibin dê tu carî nekarin vî çiyayî rabikin. Gelê Kurd dê destûr nede vê yekê. “
 
‘EMÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Buldan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê bi hemû nasname, bawerî û mezheban re li ber xwe bidin û berxwedana xwe mezin bikin. Emê bi hevre tarîtiyê ronî bikin û em nêzî vê ronahiyê ne. Divê demildest tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin û pêvajoyeke nû ya çareseriyê bê destpêkirin.”
 
Konferansa ku dê du rojan berdewam bike, piştî axaftina Buldan ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.